Ji Wezareta Jinê ya Efrînê daxuyaniya 8’ê Adarê
16:15
JINHA
EFRÎNÊ– Wezareta Jinê ya Herêma Efrînê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û hate gotin ku dê têkoşîna azadiyê ya jinan bê bilindkirin.
Wezareta Jinê ye Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê, bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya ku 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê hate pîroz kirin, wiha ye:
“8 ê Adarê bi taca azadiya jinan mîna lehîyan bi coş biherikînîn. beranberî koletîya bi hezaran salan, ku feşîzmê jin mina mertala ,helandina çand û dîroka azadiyé bi kartinîn. Bi yék deng û reng, bi yek daxwaza ala azadiyé li esmana cîhana xwe li ba bikin. Dahola şoreşa azadîyé lédide û hemû jinén cîhané dawetî govenda xwe dike, wext temam buye mîna heyva çardeşevî ku em cîhanê,welat,herem û kolanên xwe bi qêrîna azadiyê bixemîlînin û bersiva rêheval,kedkar, rehberê mirovahiyê û Rêber Apo bidin. Bi ked û xebata xwe belkî em karibin bibin dilopek ji derya zanista wî.
Da ku em destdirêjahîya û kuştina ku bi reya pêşengen me yên reya azadî û xweseriya jinan diparêzin rawestînîn ku di keseyate Rosa Luksanburg, Klara Zêtkîn û herî dawîyê bi qetlîama Parîsê ku li ser sê pêşeng û fîdanên riya şoreşa azadî ya jinan, pêk anîn xwestin dîroka koletîya xwe dubara bikin û azadiya ku serî raya bi sînorên xwe dor pêçbikin. Lé vala derketin, jiber êdî azadi yê sînor zuda qetandibun û serî rakiriye ku êdî tu kes nikarê rê lê bigirê.
Em soz didin ku tu carî agirgeha di dilê we da sar nekin û têkoşîna ber bi azadiya cîhanê ya jinan ve bibin heya jiyana me ye dawiya serkeftinê. Em ê bibin mertalên zindî li beramberi şurê ku dixwezin pé qira me bînin. Destê ku dirêjî azadi ya me bibê emê bişkînin.
Em cejna vejîn azadî, wekhevî û netewa demokratî, li rêheval rêberê kedkarê bê hempa û zanyarê riya jiyana azad diyarî jinan kiriye, li rêberê xwe pîroz dikin di serîda. Her wiha vê rojê li hemu jinên cîhanê,dilxwezê azadiya jinan pîroz dikin. Bi taybet jinê kurd û héza wê yên bêhempa parastina rûmeta wan dikin YPJ’ê û dayikan pîroz dikin.”
