Şaredariya Bazîdê ji bo malbatên girtiyan taştê organîze kir

13:04

 


JINHA


AGIRΖ  Piştî bi dawîbûna grevên birçibûnê ya girtiyên siyasî, şaredariya Bazîda Agiriyê ji bo malbatên girtiyan taştê organîzekir. Di taştê de şaredar Canan Korkmaz, axivî û diyar kir dê her tim xwe dî li berxwedana girtiyan derkevin û bi dawî kirina grevê jî dilşadin.


Şaredariya Bazîda Agiriyê bi minasebeta bi dawîbûna grevên birçibûnê ji bo malbatên girtiyan taştê organîzekir. Şaredara Bazîdê, endamên meclisa şaredariyê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan tevli organîsazyonê bûn. Şaredar Canan Korkmaz, diyar kir ku gel dê xwe dî li berxwedana girtiyan derket.


Jinên Bazîdê piştî ziyareta goristanan tevli organîsazyona teştê bûn. Şaredar Canan, di axftina xwe de bal kişand ser grevên birçibûnê û da zanîn ku 68 roj grev dom kir. Canan, daxuyand ku bi salane kurd di  nav êş û kulan de dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em daxwaz dikin ku êdî tu dayik rondikan nebarînin. Em dilşadin ku grev bi dawîbûn û tu kes jiyana xwe ji dest neda. Ji bo piştgiriyê me organîsazyoneke bi vî rengî pêk anî. Dê her tim emê xwe dî li têkoşîna gelê kurd derkevin û piştgirî bidin ciwanan.”


(gk/la)