‘Soza me soze rêya Sakîneyan rêya me ye’

17:49

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya pîrozbahiyên 8’ê Adarê li Tirkiye û gelek navendên herêmê pîrozbahî berdewamin. Di bin pêşengiya DOKH’ê de li Enqere, Şirnex, Amed, Mêrdîn, İzmîr û Hatay de dê pîrozbahî bên kirin. Pîrozbahî bi gotinên “Soza me soze rêya Sakîneyan rêya meye” berdewam dikin.


QİLABANÊ


Li navçeya Qilabana Şirnexê dibin pêşengiya Meclisa Jinên BDP’ê de 6’ê Adarê di saet 13.00’an de li Saheya Futbolê şahî tê li darxistin. Dê Parlementera BDP’ê ya Şirnexê Selma İrmak tevlî şahiyê bibe. 


ŞEMREX


Têkela DOKH’ê ya Şemrexê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dê sibê li qadan bin. Ji bo çalakiyên 8’ê Adarê li navçeyê bang li esnafan kirin. Belavok belav kirin û banga mitîna sibê kirin. Aktîvîsta DOKH’ê Husnugul Ayaz Kapan girêdayî şahiya jinan ya ku dê sibê li Herêma Newrozê di saet 11.00’an de pêkbê bang li jinan kir ku tevlî bibin.


ENQERE


Meclisa Jinên BDP’ê ya Enqerê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji jinên girtî yên li girtî gihan re kart şandin. Jin li ber PTT ya Yenîşehîrê hatin bahev û daxwiyaniya çapemeniyê xwendin. Di daxwiyaniyê de panqartên weke “Bedena we di girtîgihê de fikrê we di maydanan de, jinên girtî rumeta mene” hatin hildan. Di daxwiyaniyê de alayên Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê hatin hildan. Di daxwiyaniyê de durişmên weke “Jin jiyan azadî” û “Jin jiynan azadî” hatin qêrîn.


‘Heta hevalên me serbest bên berdan emê li qadanbin’


Li ser navê jinan daxwiyanî ji aliyê endama Meclisa Jinên BDP’ê ya Enqerê Gulan Çagin ve hat xwendin. Gulistan Rojan Jinên Cîhanê li jinên girtî pîrozkir û got: “Jinên kurd û tebahiya cîhanê yên tekoşer pergala kaputalîst û hikumet tirsandine û xwa wan revandine.” Gulan bi gotina “heval” bang li jinên girtîgehan kir û wiha got: “Dibe ku bedena we girtîbe, lê fikrên we di meydanandenin. Her roj di meydanan de we fikir mezin dibe û keyfa efendiyên pergalê direvîne.” Gulan bal kişand li ser girtinên bi navê KCK’ê û wiha got: “Em dibêjin bila dawî li vî awayê hişmendiya dadgihan bê. Bila hevalên me serbest bên berdan.”


Piştî daxwiyaniyê jinan li PTT yê ji girtiyan re kart şandin.


AMED


Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ya Amedê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li salona Civînan ya Navenda Şêwirmandiya Jinan ya Derunî û Perwerdê ya Yenişehîrê (EPİKEM) ê “girêdayî suyokastoya 9’ê çileyê” belgesel filîmek hat pêşandan. Li gel tevlîbûna gelek jinan Namzeta Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş jî tevlîbû. Jinan bi baldariyek mezin belgesel şopandin. Li piştî belgeselê Namzeta Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş bi zaravayê kurdî kurmackî û tirkî axaftinek kin kir. Ulku di despêka axafitina xwe de bejna xwe li ber Sakîne, Fîdan, Leyla û hemû jinên di tekoşîna jinan de jiyana xwe ji dest dane tewand. Ulku diyar kir ku fîşeka li Sakîne xistine li tekoşîna 40 salan ya jinan û sekna wan ya 40 salan xistiye û got: “Soza me soze emê hesabê Sakîne, Fîdan û Leyla bipirsin û heta ku em ne pirsin emê rehat nerazin. Emê meşaleya 3 jinan û hemû hevalên xwe bilind bikin. Riya wan riya meye.”


Din ava Surê de jî bi boneya 8’ê Adarê belavok hatin belav kirin  


Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ya Amedê din ava Surê de li ber Otela Kervansarayê hetya ber buroya hilbijartinan meşek bi erbaneyan pêk anîn. Beriya mitînga 8’ê Adarê belavok belavkirin. Di meşa bi erbane de durşmên weke “Jin jiyan azadî”, “Zimanê me Bêrîtan Serokê me Ocalan” û “Destên ku dirêjî jinan bibin dê bên şikandin” diqêriyan. Meş ji aliyê derdor ve bi eleqeyek mezin tevlîdibûn. Paşê jî tevlî buroya hilbijartinan ya Partiya Aştî û Demokrasiyê bûn.


İZMİR


Meclisa Jinên HDP’ê ya İzmîrê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji girtiyên jin yên li Girtîgiha Şakranê re kart şandin. Li ber Girtîgiha jinan ya Şakranê gelek jin kombûn. Dinava wan de Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Bajarê Mezin ya İzmîrê Pinar Turk, Namzeta Hevşaredara Karabaglarê Meryem Çakmak, Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Navçeya Elîaga ya İzmîrê Bircan Karakaya, Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Gaziemir ê Zuhal Çelebi, Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Karşiyaka Şule Ayhan û endama Meclisa Jinên BDP’ê Ayşe Aslan jî hebûn. Jinan li ber derê girtîgihê daxwiyanî xwendin. Li ser navê jinan Endama Meclisa Jinên HDP’ê ya İzmîrê Ozlem Gunduz xwend. Ozlem da zanîn ku em jinên HDP’ê ji bo piştevaniya jinên girtîgihan li vêderêne û got: “Em silavan li jinên ku ji bo azadî û wekheviya gelen bedel dane û ketine girtîgihan dikin. Ji bo xwedîderketina li berxwedana wan em li vêderêne. Bijî hevgirtina jinan.”


 Piştî daxwiyaniyê jinan li ber PTT ya Girtîgeha Şakranê ji girtiyên jin re kart şandin.


EDENE


 Li Navçeya Yuregir ya Edeneyê Meclisa Jinên BDP’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê şahiyek li darxistin.


HATAY


Li Hatayê xwendekarên zanîngihê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê meşek li dar xistin.