'Di 8’ê Adarê de dê hemû jin bi rengên xwe li qadanbin'
08:34
JINHA
AMED – Aktîvîstên DOKH’ê û di hamandemê de endama Komîteya Amadekar ya mitînga Amedê ya 8’ê Adarê Yeliz Ayyildiz diyar kir ku ew li bendêne hemû jinên Amedê bi şîara “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” tevlî mitîngê bibin û got: “Emê îsal ji bo di serî de azadiya Serokê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasî li qadanbin.”
Aktîvîstên DOKH’ê û di hamandemê de endama Komîteya Amadekar ya mitînga Amedê ya 8’ê Adarê Yelîz Ayyildiz girêdayî mitînga ku dê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Meydana İstasyonê ya Amedê bê li darxistin axivî û got: “Emê 8’ê Adara îsal bi çand, ziman, xweza û bi xwedîderketine li azadiyê bi şîara “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” qadan bixemilînin. Di riya “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” tekoşîna jinan her roja ku diçe bilind dibe. Bi biryarbûna azadiyê û tekoşîna jinan em li bendêne mitînga ku dê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Meydana İstasyonê ya Amedê bê li darxistin hemû jin tevlî bibin.”
‘Dê 8’ê Adara îsal ji ya salên dinê cudatirbe’
Yeliz da zanîn ku dê 8’ê Adara îsal ji ya salên dinê cudatirbe û got: “Di roja 8’ê Adarê de emê bi hazaran hevalên xwe yên jin re hem bi ‘Avakirina netewa demokratîk’ û hem jî emê starta kampanye ya xwe ya ‘Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve’ ku ev saleke berdewam dike.”
‘Di kesayeta 3 jinan de emê hemû jinên şoreşger bibîr bînin’
Yelîz got: “Emê bi hemû hêz, kelecan, reng,deng, ziman û nasmameya xwe ve li qadan bin.” Yelîz girêdayî bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Meydana İstasyonê ya Amedê wiha got: “Roja 8’ê Adarê beriya mitîngê emê li ber deriyê Rihayê kom bibin û heta qada İstasyonê bimaşin. Li qada mitîngê dê di kesayeta 3 jinên şoreşger de hemû jinên şoreşger bên bibîranîn.”
‘Dê ji Rojhilatanavîn û Rojava jin bên’
Yelîz wiha domand: “Dê di mitîngê de Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê ya Navenda Amedê Zubeyde Zumrut, Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak, Parlementera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan bi axivin.” Yelîz destnîşan kir ku wan gelek jin ji Rojhisatanavîn û Rojava vexwendîne mitîngê. Her wiha Yelîz derbirî ku dê di mitîngê de Ayfer Duzdaş, Bêrîvan, koma jinan ya Dîcle Firadê cîh bigirin.

