Li Rihayê berxwedana 4 zarokên heman malbatê ya ziman
09:46
Semra Turan/Gulsen Aslan/JINHA
RIHA – Malbata Koçyigit ya ku li navenda bajarê dîrokî Rihayê ji bo berdewamkirina çand û zimanê kurdî kevneşopiya xwe ya salan berdewam dikin. Ji nava malbatê 4 zarokên wan bi kurdî sitiranan dibêjin û çanda xwe didomînin. Zarokên ku temenê wan dinavbera 4 û 12 saliyê denin li hemberî qedexekirin û bişaftina li ser zimanê xwe di xwazin zimanê xwe bi sitiranan bidin jiyan kirin.
Malbata Koçyigit ya kul i navenda Rihayê dijîn çanda xwe ya kurdewariyê berdewam dikin. Din ava malbatê de 4 zarok bi kurdî distirin. Temenê zarokan di navbera 4 û 12 saliyê denin. Zarokan diyar kirin ku wan li ber destê bavê xwe Mehmed Koçyigit perwerde dîtine û bi wê çanda xwe ya kevnare didin jiyan kirin. Malbat bi giştî ji ber zoriyên aborî di demsalên havînê de li nava zeviyan dixebitin. Her çar zarok di demsala zivistanê de jî li navenda Rihayê perwerdeya xwe ya dibistanê berdewam dikin. Her çar zarok ji ber zorî û bişaftina li ser zimanê kurdî xwestine bi sitiran gotinê bidin jiyan kirin.
‘Emê giyana sitiranên kurdî bi zarokên kurdan re ava bikin’
Din ava wan de ya herî mezin Aliye Koçyigit ya 12 saliye. Aliye destnîşan kir ku di 4 saliya xwe de wê dest bi sitirangotinê kiriye û got: “Hem bi kurdî distirim û hem jî li sazê dixim. Bi salane dewletê ziman, çand û nasnameya me qedexe kiriye. Weke zarokek kurd bi salane em
vê dijîn. Ji aliyê dewletê ve zimanê me hat qedexe kirin.” Aliye da zanîn ku ew weke zarokên kurd li hember bişaftinê serê xwe naçemînin û got: “Dema ku ez sitiranan dibêjim hîsdikim û dibêjim. Carnan jî dema ku distirim xemgîn dibim. Em herdem qedexekirina zimanê xwe di hindirê xwe de dijîn. Ez niha dema ku li saza xwe dixim parçeyên bi kurdî distirim. Jin niha û pêde ezê berdewama wê jî bînim.”
‘Kurdî giyan û dîroka meye’
Zarokê 11 salî Kemal Koçyigit jî destnîşan kir ku bi kurdî sitiran gotin wan şanaz dikin û got: “Em li bidistanê bi tirkî di axivin. Ji bo parastina zimanê xwe ez bi xweşk û birayên xwere bi kurdî dipeyîvim. “ Kemal diyar kir ku divê zarok ziman û çanda xwe wenda nekin û wiha got: “Kurdî giyan û dîroka meye. Di vê hemû zarok ji bo parastina zimanê xwe têbikoşin. Yên pêşiya me bi kurdî peyîvîne sitiran gotine û gihandine roja me. Em jî divê vê kevneşopiyê berdewam bikin û bigihînin pêşerojê.” Di dawiyê de kemal bang li hemû zarokan kir ku li zimanê xwe xwedî derkevin û got: “Ez niha kurdî distirim û her dem dixwazim bistirim.” Bêrîtan Koçyigit jî da zanîn ku ew dixwaze ji bo hemû zarokên kurdan bibe mînak. Bêrîtan destnîşan kir ku ew dixwaze ew zimanê wan yê bisalan dibin zoriyê de mayî bide jiyan kirin. Vetha Koçyigit jî got: “Ez jî pir ji kurdî hezdikim. Bavê min lêdixe û em jî dibêjin. Ez ji zimanê xwe pir hez dikim.”

