Dê jinên kurd yên rojnameger di ponelê de bên bahev

11:20

JINHA

AMED – Bi boneya 8’ê Adarê dê jinên kurd yên rojnameger di panêla bi navê “Jinên kurd û Jinên rojnameger” de bên bahev. Jinên rojnameger dê deshilatiya mêran ya li ser medya yê jî bên nîqaş kirin.


Ji aliyê siteya Femîn Kurd. Net ve di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li Amedê panelia bi navê “Jinên kurd û Jinên rojnameger” bê lidarxistin. Panel dê 9’ê Adarê saet di 12.00’an de li Salona Konferansê ya Odeya Mali ya Muşaviran û Muhasebeciyan ya Amedê bê li darxistin. Dê Nivîskara Rojnameya Polîtîkayê û di heman demê de bernamevana Stêrk TV yê Esra Çiftçi, Gernendeya Weşana siteya Feninist Kurd Hamiyet Çelebî, nûçegihana dengê Emerîkayê Hatice Kamer, rojnamevan Mujgan Halis, bernamevana TV ya Gelî Kurdistan Sîdar Basut, Nivîskara Herêma Federasa Kurdistanê Vîyan Mayî û Edîtora JINHA yê Zehrta Dogan weke panelîst tevlî bibin. Panel dê di du beşan de bê li derxistin. Panel dê ji aliyê Hamiyet Çelebî û Leyla Pekoz Çalişkan bê birêvebirin.


Di panelê de rewşa jinên kurd ya di rojnamegeriyê de bê nirxandin. Di medya ya ku mêr têde deshilat dê jin çawa rojnamegeriyê bikin û hîmên bingehîn yên rojnamegeriya jinan bên nirixandin.