Nêrînên pêkhateyên jinên Rojava di derbarê 8’ê Adarê de
12:03
JINHA
QAMISLO-Jinên Kurd, Suryan û Asûrî yên Rojavayê Kurdistanê derbarê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de helwesta xwe tînin ziman. Jinan diyar kirin ku jinek ji çi pêkhateyê be divê ji bo mafê xwe têbikoşe û dane zanîn ku bi saya sîstema Rêveberiya Xweser jinan di rêveberî û biryargehan de cih girtine û bi roleke sereke rabûne.
derbarê mijarê de ajansa JINHA'yê nêrînên jinan ên bajarê Qamişlo girtin. Jinan di axaftinên xwe de destnîşan kirin ku ji ber ku pirsgirêkên jinan li hemû cîhanê yek in, divê jin ji bo jinan tevbigerin bêyî ku pêkhateya yan jî netewa wan berçav were girtin û jinên Rojavayê kurdistanê ji hemû pêkhateyan destê xwe bidin hev û ji xwe ji sîstema baviksalariyê rizgar bikin.
Endama Yekîtiya Jinên Suryanî Sebriye Yûsif derbarê mijarê de axivî. Sebriya diyar kir ku ji ber di 8'ê Adarê de jin li hemberî sîstema baviksalarî û kuştina jinan bi hemû şêwazan qîriyaye ew vê rojê pîroz dibînin. Sebriya di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku jinan ji wê rojê ve gelek gavên girîng di riya azadiya xwe de avêtine û herî dawî ew wekî jinên Suryan di sîstema xweseriya demokratîk de cihên girîng girtine. Derbarê 8'ê Adarê de Sebriya got ku divê jin ji bo azadiya xwe asta têkoşîna xwe bilind bikin û bang li hemû jinan kir ku bi rihê berpirsiyartiyê xwedî li derstkeftiyên têkoşîna jinan derbikevin.Sebriya di dawiya axaftina xwe de 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê û bi taybet jinên Rojavayê Kurdistanê pîroz kir.
Endama yekitiya jinên suriyanî Emel Gewriyê jî di heman mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û got " roja 8'ê Adarê sembola têkoşîna jinan li hember koletî û kedxweriyê ye. Emel di axaftinên xwe de destnîşankir ku " Roja 8'ê Adarê ji bo jinan gelek pîroz e ji ber ku nasnameya wê a xwezayî derket holê û li hember zilm û newekheviyê tekoşînkir. Emel da diyarkirin ku divê jin di hemû aliyên jiyanê de karbike û wiha domand" jin kurd,ereb,suriyan çi dibe bila bibe divê di hemû aliyên jiyanê de bixebite aborî, civakî,siyasî,çandî û a herî girîng leşkerî û parastin.
Berpirsiyarê komîteya jinên rêxistina Asûrî A Demokratîk Norma Zeyto li ser mijara 8'ê Adarê de gelek axaftin kirin û dazanîn ku roja 8'ê Adarê serkeftinek ji bo jinan e li hember kesên ku dixwestin rola wê a serke di civakan de têkbibin. Norma destnîşan kir ku berî qêrîna jinan di 8'ê Adarê de civak lê dinêrî ku bêyî zilaman nikare tuştekî bike û karê zilaman ji wan bi qîmetire. Norma girîngî da tevlîbûna jinan di hemû beşên civakê de û bi hemû rêbazan têbikoşe û got" divê jin di hemû saziyan de xwe bi rêxistin bike da ku mafê xwe biparêze û biriyarê xwe bêyî zilam bide. Norma di dawiya axaftina xwe de dazanîn ku divê jin ne ji bo netewa xwe kar bike ; lê ji bo jinan karê xwe berbiçav bibe ji ber doza wan yek e û di xwezaya xwe de wekhevin.
Endama Hevgirtina Lîberal a kurd Ebîr Hesaf li ser rola jinên kurd di şoreşa Rojavayê kurdistanê de wiha got" jina kurd rolek xwe a sereke di şoreşa tevgera kurdistnê de heye û bi taybet şoreşa Rojavayê kurdistanê û mînaka wê damezrandina YPJ'ê ye. Ebîr di axaftina xwede destnîşan kir ku Yekîneyên Parastina Jinan YPJ'ê ne tenê parastina herêmên rojava dike; lê parastina doza jinan dike û mafû wan a xweza yî diparêze û gelek şehîd jî dane.
Ebîr di berdewamiya axaftinin xwe de roja jinêan cîhanê li hemû şehîdên YPJ'ê û her sê têkoşerên ku li parîsê hatin kuştin pîroz kir.

