‘Tişta ku bi êş ne şîdet e, têmaşekirina şîdetê ye!’

13:40

 


JINHA


AMED – Girtiyên PAJK’î bi nameyek bal kişandin ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Hemberî Jinê. Di nameyê de jinan destnîşan kir ku di şaristaniya kapîtalîst de mêr bûye kujer, jin jî bûye maktûl, her roj bi dehan jin bi navê evîn û hezkirinê tên qetilkirin û wekî bûyerên rêzê tê dîtin.


Bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê gelek saziyên sivîl û rêxistinên jinan calakiyên cuda li dar dixin û bal dikişînin ser şîdetê. Girtiyên PAJK’î jî bi minasebeta rojê nameyek bi rêkirin û nêrînên xwe anîn ziman.


Nameya jinên girtî wiha dom dike: “Şarîstaniya ku bi zîhniyeta Partrîarkayê hatî avakirin her roj dibe sedema qetilkirina jinê. Birçibûn, xizanî, şer, xebat, hezkirin, evîn û zarok anîna dinê..! Ev tişt dibin sedema qetilkirina jinê. Modernîteya Kapîtalîst li hemberî rih û bedena jinê her tim bi xetereye. Ji ber ku çîn, ol, netew, gel û rengê hêza ku li hemberî jinê nîne. Di civakên serdestê çin, gel, civak her tim li hemberî jinê hemfikirin. Li her derê cîhanê jin ne ji bo ol, reng, ziman, netew û cinî tên qetilkirin tenê ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê tên qetilkirin…  Êdî li Komara Domînîkê şîdet û tecawiza li hemberî jinê ne sembolîk bû, ji ber ku li her derê cîhanê çanda tecawizê didome. Şovenîzma mêr, çanda şîdetê, lîberalîzim li hev kom bûn û êdî jin bû makîneyeke mirinê. Dirûşma ‘Pêşî li jinê bixin’ ne tenê li qadên şer, li malê, kargehê, kolanê, gund û bajaran li her derê hat bikaranîn. “


‘Mêr bûye kujer, jin jî bûye maktûl’


Jinan di nameya xwe de diyar kirin ku şaristaniya serdest ne tenê bû sedema xistina jinê bû sedema xistina civakê jî. Navê wiha dom kir: “Di şaristaniya kapîtalîst de mêr bûye kujer, jin jî bûye maktûl, her roj bi dehan jin bi navê evîn û hezkirinê tên qetilkirin û wekî bûyerên rêzê tên dîtin. Mêr bûye kujer û jin jî bûye maktul. Lê tişta ku mirovan xemgin dike ne tenê jinên ku bi navê hezkirin û evînê tên tecawizkirin, tacizkirin û qetilkirin, jinên ku piştî qetilkirinê li erdê tê xirikandin. Her wiha ev bûyer jî di 3’yemîn rûpelên rojnameyan dê tên nîşandan. Serdestiya AKP’ê hewl dide ku ‘Jinên misilman ên nûjên’ biafirîne.  Lê zîhniyeta vê cûda ye. AKP dixwaze bi amûrên teknîkî şîdeta li hemberî jinê çareser bike, lê ev tişt ne raste û çaresî jî nîne. Zîhniyeta AKP’ê der barê jin û zarokan de xwe xwe biryaran dide û li ser van tehekûmê çêdike. Nêzîkatî û feraset temamî dijminatiya jinê dike.”


‘Jin divê rêxistinbûna xwe xurt bike’


Girtiyên jin ên PAJK’ê, di nameyê xwe de da zanîn ku jinên kurd mexdûrê şîdeta dewletê ne û wiha dawî li nameya xwe anîn: “30 sal in şerek didome. Herî zêde jin mexdûr bûn. Wekî hemû şeran de şîdet, tacîz û tecawîz pêk hat. Gerîlayên ku hatin kuştin cesedê van hatin tehrîpkirin. Her wiha ji ber şer xizanî, betalî, koçberî li herêmê zêdetir bû. Her tim li ser vê erdnegariyê êş hebû. Qedexekirina zimanê zikmakî, nasname, çand şîdeta herî mezin e. Em wekî jinên kurd li hemberî hemû cureyên şîdtê ne. Ji bo vê jî li çiyê, li zindanan, li bajar û gundan, li mal û kargehan emê xwe birêxistin bikin asta zanebûna xwe bilind bikin û çalakiyan li dar bixin. Li her derê cîhanê jin li hemberî serdestiya mêr rêxistinbûna xwe xurt dikin. Niha cudabûna me jî ji ber zanebûn û rêxistinbûna me pêk tê. Em bang li hembû jinan dikin ji bo têkoşîneke mezin divê rêxistinbûna xwe xurt bikin û çalakiyên berfireh li darbixin.”


(gk/la)