‘Avahiyên zêde dibin, çanda jinê kêm dikin’

12:30



Hangul Ozbey

AMED – Jinên ku li bajarên heyî dibêjin her roj zêdetir difetisim, alternatîfan nîqaş dikin. Em li ser gelek mijarên wekî pêdiviya jinan a li bajarên bi ewlehî, astengiyên li pêşiya civakîbûnê û gelek mijarên din, bi jinan re axivîn. Hîndekara Beşa Avasaziyê (Mîmarî) ya Fakulteya Avasaziyê ya Zanîngeha Dîcleyê Devrîm Turkan Kejanli, diyar kir ku bi zêdebûna avahiyan (înşaet) re, jin êdî nikarin qadên ku çanda xwe nîşan bidin bibînin.

Sazî û însiyatîfên jinan, dibêjin ku bajarên her roj mezin dibin, bi ronahiyên xwe mirov efsûnî dikin, kuçeyên xwe yên bişev teslîmî zilaman dibin, nava rojê jî bi qelebalixa xwe ya ku hişê mirov ji serê mirov dibe, her roj zêdetir dibin wekî kabûsek. Di lêkolînên îstatistîkî de jî ev nêrînên jinan tên piştraskirin. Li gorî lêkolîna ku ji aliyê KAMER’ê ve li ser jinan û bajar hatiye kirin, koçberiya ber bi bajêr ve, gelek pirsgirêkan jî bi xwe re tîne. Lêkolîn, di sala 2011’an de li 23 bajaran, wekî anket hatiye kirin. Li gorî encama anketa bi 22 hezar û 869 jinan re hevdîtin çêbûye, ji sedî 30.8’ê wan ji ber ewlehiyê, ji sedî 1.4’ê wan ji ber doza xwîndariyê, ji sedî 21.7’ê wan ji bo xebatê, ji sedî 37.6’ê wan jî bi sedema zewacê koç kirine. Li ser pirsa têkildarî pirsgirêkên taxê, ji sedî 40.0’ê jinan diyar kirine ku betalî û xizanî, ji sedî 22.0’ê wan gotine paqijî, ji sedî 9.6’ê wan gotine binesazî, ji sedî 9.4’ê wan gotine av, ji sedî 5.0’ê wan gotine ragihanî, ji sedî 4.3’ê wan jî destnîşan kirine ku pirsgirêka wan a ewlehiyê heye. Pêdiviya sereke ya jinên li taxê jî, kar e. Ji sedî 48.5’ê jinan kar dixwazin, ji sedî 15.5’ê jinan parqên zarokan, ji sedî 11.5’ê wan xizmetên civakî û tenduristiyê, ji sedî 8.2’ê jinan piştgiriya ji bo têkoşîna li hemberî şîdetê, ji sedî 7.7’ê wan jî, qursên xwendin û nivîsandinê dixwazin.

‘Bajêr baweriyê tune dikin’

Pirsgirêka sereke ya ku jin li bajaran dijîn, herî zêde jî jinên koç kirine dijîn, dîlbûna di nav  çar dîwaran de ye. Gulîstan Budak a 60 salî, jineke malê ye. Acisiya xwe ya ji ber jiyana li bajêr, bi gotinên “Jiyana me di nav apartmanan de asê bûye. Di avahî û apartmanan de pir acis dibim. Mîna ku di nav du dîwaran de asê bûme” tîne ziman. Dixwaze ku wekî berê, di xaniyeke bi hewş û baxçe de bijî, tenûra wê hebe, nanê xwe li tenûra xwe bixe, bi cîranên xwe re bê tirs û xof bijî. Dema ji Farqînê derketiye, gotiye ketim dojehê. Hesreta xwe ya ji bo rojên berê, bi van gotinan tîne ziman: “Li Farqînê, me dikaribû deriyên xwe vekirî bihêlin. Em li hewşê radizan. Lê niha, ne em dikarin bi cîranên xwe bawer bin, ne jî bi derdora xwe.” Baweriya wê bi kesek jî nayê, nikare bi tena serê xwe derkeve devre û xerîbiya ku bajar dibe sedem, bi gotinên “Her tim cîranên min diguherin. Yek diçe, yek din tê” vedibêje. Ji ber ku zarokên wê bişev nikarin derkevin derve, dema ku derdikevin jî wan meraq dike, bi gilî û gazinc e. Van gazincên xwe jî wiha bilêv dike: “Cîhan çiqas mezin dibe, xetere jî ewqas zêde dibe. Di nava rojê de diz dikevin mala min. Bajarê ku dixwazim, bajarekî bê diz û tolaz, bajarekî di nav aramiyê de û aştî lê heye. Li bajaran dizî heye, xerabî heye, meriv pê îtibar nake. Dilê min baristan nade ku mala xwe vala bihêlim û derkevim derve. Cihên lê hêşînayî hene dixwazim. Dema ku derdikevim derve, xaniyê min ê li Farqînê tê bîra min û bêriya wan rojan dikim.”

‘Em ne rihet in’

Heybet Guneş (21) ku xwendekara pola 3’yemîn a Endezyariya Zadê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ye, destnîşan dike ku bajarên roja me, ji bo jinên ciwan baş nînin. Guneş, tîne ziman ku jin li bajarên niha, nikarin wekî xwe bijîn û wiha dibêje: “Em her tim di bin zext û zordariyê de ne. Bendewariyên civakê yên ji me, gelek in. Ji ber zext û bendewariyên malbat, civak û derdorê, em ne rihet in.” Li Wanê dixwîne lê malbata wê li Navçeya Dihê ya Sêrtê ye. Guneş, diyar dike ku bajarê lê dijî, tiştên ku dixwaze, nade wê û sedema vê yekê jî, bi van gotinan destnîşan dike: “Ji ber ku civak her tim li kêmasiyên jinê digere. Jin jî, ji bo ku xwe ji vêya biparêze, xwe vedişêre, dikeve quncikê xwe. Li bajarên mezin jî, ji ber ku jin wekî obje tên dîtin, naxwazim li ber çavê mirovan bim.”

‘Jin li bajaran ji çanda xwe dûr dikeve’

Guneş, dide xuyakirin ku astengiya herî mezin a li pêşiya jinê, bêhêzbûna jinê ye û dibêje ku dema jin li hemberî hemû tiştên neyînî serî rake, ew ê bikaribe pirsgirêkên xwe çareser bike. Guneş, destnîşan dike ku mijara olê jî, hîn pîvanan li mirovan ferz dike û ev pîvan jî, jinê dikin binê zext û zordariyê. Guneş, bi bîr dixe ku bi avahiyên bilind re, ji bilî dîmena bajêr, jiyana mirovan jî diguhere û wiha lê zêde dike:

“Jin li bajaran, ji çanda xwe dûr dikeve. Gerek bajareke ku jin lê wekî tişt nayê dîtin were avakirin. Divê jin li bajareke ku bikaribe xwe di nav ewlehiyê de hîs bike, bijî. Divê jin bikaribe fikr û ramanê xwe bi rihetî bîne ziman. Li bajarên ku em lê dijîn, jin nikarin bi rihetî sporê bikin. Guhertina sazîbûna bajêr, bandora xwe li tenduristiya jinê jî dike. Li gorî nêrîna min, bajar pêwîst e ku bikaribin ji bo daxwazên jinan bibin bersiv. Ji bo ku jin bikaribe tevlî bajêr bibe, berî her tiştî, divê wekî obje neyê dîtin. Tenê bi vî awayî dikare hin tiştan ji xwe, tevlî bajêr bike. Kesek xwedî ziman an jî nîjadeke cuda jî dema ku hat bajareke, hewce ye ku bikaribe xwe wekî keseke ji wî bajarî hîs bike. Bajêr di şûna ku mirov ji çanda xwe dûr bixe, divê bi çanda xwe re bike yek. Her wiha, gerek qadên civakî, mînak derfetên civakî ji bo jinê bêne peydakirin. Pêwîst e ku jin bikaribe xwe li kuçe û kolanan di nav ewlehiyê de hîs bike.”

‘Bajar kêfxweşiya jinan didizin ji wan’

Azîze Kaya ku Civaknas e, dibêje ku pêwîst e sîstemên bajêr werin pirsyarîkirin. Kaya, di wê baweriyê de ye ku bajar, jinê ji xwe re dike biyanî û bi vî awayî jî, kêfxweşiya jinê jê didize. Kaya, mijarê di aliyê sîstemên bajêr ên roja me de dinirxîne û dibêje ku li bajarên li gorî sîstemên kapîtalîst teşe girtine, jin kêfxweş nîne. Kaya, diyar dike ku ev rewşeke têkildarî statuya heyî ya ku jin di nav de dijî ye. Kaya, tîne ziman ku di sîstemên kapîtalîst de, jin muameleya asta duyemîn dibîne û wiha didomîne:

“Jin di nav sîstemê de, di bin bandora zilam de dijî, di nav sînorên ku zilam diyar kiriye de jiyana xwe didomîne. Ev jî, jinê ji xwe re dike biyanî û kêfxweşiya wê jê didize. Ev ji bo hemû zindiyan wiha ye. Li xwe biyanîbûn, çavkaniya herî mezin a bêhêvîtiyê ye. Li bajer, qadên jiyanê gelek teng in. Nikare derkeve derveyê ristên (rol) ku ji bo wê hatine diyarkirin. Ji mafên perwerdehî û hilberînê bêpar e. Ji ber ku zilam xwe dide pêş. Destdirêjî, destavêtin, qirkirina jinê jî, vê rewşê aşkera dike. Jin li ciheke ku bikaribe xwe pêk bîne, vîna xwe deyne holê, li cihekî ku cudahiya zayendî tune, cihekî ku şer, kedxwarî, mêtingerî û qirkirina zayendan pêk nayê, xwe rihet hîs dike. Dema ku dibêjin bajarê jinan jî, tiştê destpêkê tê hişê mirov, bajareke ku mafên jinan wekî mafên mirovan tên dîtin, siyaseteke demokratîk pêk tê, wêje, huner, li her aliyê jiyanê belav bûye, ferqa zayendî ji holê rabûye, sazîbûneke civakî ya ku butçeya li ser esasa zayendî hatiye veqetandin, bajareke ku nasnameya jinê nîşan dide. Ji bo avakirina vê civakê jî, divê zêdetir feraset bê guhertin, li nav hemû beşên civakê bê belavkirin, bi perwerdehiyê, bi aboriyê, bi qanûnan, were xurtkirin.”

‘Meclîsên Jinan divê bên avakirin’

Şaredara Baglara Amedê Yuksel Baran jî, bibîr dixe ku bi mijara ‘Jin Dixwazin li Bajarên Çawa Bijîn’ konferanseke li dar xistine û diyar dike ku di vê konferansê de, encamên gelek girîng dîtine. Baran, dide zanîn ku li ser mijara ‘gerek jiyaneke çawa ya bajêr hebe ku jin bikaribin xwe zêdetir rihet hîs bikin’ nîqaşan kirine. Baran, destnîşan dike ku bajar bi xwe jî, zindiyek e. Baran, tîne ziman ku divê jin jî di nav mekanîzmayên biryarê de cih bigirin û wiha dibêje: “Jin ger ku dixwazin di nav vê jiyanê de bibin xwedî mafê gotinê, di dîzaynkirina jiyana bajêr de, divê tevlîbûna xwe pêk bînin. Ji avakirinê (îmar) bigre, heta çêkirina peyarêyan. Çawa bibe dê jin bikaribin zêdetir jê sûd bigirin? Dema ku tariya şevê destpê dike, jin nikarin ji van parqan sûd bigirin. Di aliyê çareserkirina van pirsgirêkên ku bi taybetî jî di nav jiyana bajêr de derdikevin holê de, jin dê çawa tevlî vê birêxistinbûnê bibin? Ji bo ku jin bikaribin bi awayekî çalaktir tevlî bibin, ji bo bi awayekî çalaktir tevlî mekanîzmayên biryarê bibin, divê meclîsên jinan bên avakirin û di van meclîsan de, hemû pirsgirêkên têkildarî jinê, bên nîqaşkirin.”

‘Bajar jinê ji mafên wê bêpar dike’

 Baran, bibîr dixe ku pirsgirêkên jinan ên hevpar hene û xebatên ku şaredariya wan dike, bi van gotinan vedibêje:

“Ji bo jinan navendên me yên şêwirmendiyê hene. Stargeha jinê heye. Lê zêdetir wekî maleke ku xwe lê star dike nehatiye çêkirin. Em dibêjin em ê xebatên wisa bikin ku jin li hemberî jiyanê xurt bibe, xwe bi zanînê bixemilîne, qabiliyetên xwe bipêş bixe. Li Malên Şêwirmendiyê jî, bi taybetî em xebatên şêwirmendiya di mijara şîdetê de, her wiha, di mijara tevlîbûna li qada cemaweriyê de, zêdekirina zanîna jinê, dimeşînin. Hin caran em jinan tevlî çalakiyên civakî dikin. Mijara esasî ya van xebatên me, wekheviya zayendiya civakî ye. Heta ku ev pêk neyê, jin dê nikaribe bi rista xwe ya rastîn dakeve nav civakê. Li Amedê an jî bajarên din ên herêmê, divê jin bi zimanê xwe yê dayîkê, ji qadên cemaweriyê sûd bigirin.Em dersên kurdî didin hevalên me yên ku di navendên me yên şêwirmendiye de dixebitin. Em xebatên ji bo ku astengiya nezanîna ziman a di navbera wan de û biyanîbûnê rakin, dimeşînin. Heta niha bi piranî xebatên perwerdehiyê û xebatên çandî li navendên me yên şêwirmendiyê dihatin meşandin. Ji bo ku ev hindik be jî ji holê rabe, me çend proje danîn ber xwe. Bi taybetî jî di mijara xwedî karbûnê (îstihdamê) de, em hewl didin ku kotayê li ber çav bigirin. Li şaredariya me karkerên jin ên paqijiyê dest bi kar kirin. Di nav îsal de, em ê ajokarên jin bikin xwedî kar. Em bi rastî jî gelek dixwazin ku jin bikaribe zêdetir tevlî jiyana bajêr bibe. Tiştê herî esasî ew e ku jin bibin xwediyên rastîn ên bajêr. Jin divê bi esehî tevlî mekanîzmayên biryarê bibe, hêz bide. Di nav şaredariyên me de yekîne û komîsyonên wekheviya jin û zilam hene. Em ê xebatên xwe yên di vê mijarê de, bidomînin.”

‘Avahî çiqas zêde dibin çand ewqas kêm dibin’

Hîndekara Beşa Avasaziyê ya Fakulteya Avasaziyê ya Zanîngeha Dîcleyê Devrîm Turkan Kejanli, diyar dike ku bajêr niha ji aliyê kolitan (gecekondu) ve hatine dorpêçkirin. Kejanli, dibêje ku ev kolitbûna ku di salên 1980’yî de destpê kiriye, di salên 90’î de zêdetir bûye û ji gundan, ber bi bajaran ve koçberiyeke çêbûye. Kejanli, van tiştan lê zêde dike: “Ev mirovên ku bi vê koçberiyê tên, li kêlekên bajaran, di nav qadên heyî yên jiyanê yên ji bo wan, cih dîtine. Em dibînin ku bi demê re,ev qad zêdetir mezin bûne, bipêş ketine û wekî cihên ku çanda xwe nîşan didin, derketine pêşiya me.” Kejanli, dide zanîn ku kesên ji gundan koçî bajaran kirine, qadên wekî qadên tenûrê, qadên bêhnvedanê, qadên ku bi cîranên xwe re lê kom dibin û civat dikin, derxistine holê. Kejanli, dibêje ku bi zêdebûna avahiyan re, jin nikarin qadên ku bikaribin çanda xwe lê nîşan bidin, bibînin. Kejanli, destnîşan dike ku pirsgirêkên jinan, bi sedema sîteyên ku tê diyarkirin ‘bi ewle ne’, zêde bûne û wiha berdewam dike: “Jin di nav sîteyên xwe de, neçar dimînin ku tevlî qada jiyaneke bi sînor bibin. Derketina jinê ya derve, gihîştina wê ya navenda bajêr, dibe pirsgirêk. Li gorî nêrîna min, pirsgirêka jinan a ragihînê (ulaşim), pirsgirêka ewlekariyê, zêdetir ji aliyê van qadan ve tên afirandin.”

‘Jin dixwaze bi çanda xwe bijî’

Kejanli, destnîşan dike ku li avahiyên heyî yên li bajêr, şertên jiyaneke baştir bidin jinan, tunene. Kejanli, encamên xebateke navnetewî ya ku Zanîngeha Dîcleyê bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re meşandiye, dinirxîne. Kejanli, diyar dike ku di encama anketê de derketiye holê ku zilam bi piranî ji jiyana xwe razî ye û wiha dibêje: “Di lêkolînê de em dibînin ku jin, ji jiyana xwe razî nînin. Jin dixwaze ku li bajar, bi çanda xwe bijî.”

‘Jin çi dixwaze?’

Kejanli, ji bo pirsa me ya li ser jiyana bajêr a ku jin dixwaze çawa ye jî, bersiveke wiha dide:

“Qadeke jiyanê ya wiha dixwaze; li gundê xwe, bi tenûra xwe ya ku li nêzî mala xwe çêkiriye, bi cîranên xwe re sohbet kiriye, dîtiye ku bi tu awayî zirar nadin wê, ji ber ku xwe di nav ewlehiyê de hîs kiriye, bi wan re dijî. Bi rastî dema ku em van mirovan bikin avahiyên bilind, ew ê li wir li derveyê civakîbûnê bijîn. Li gorî min, di têkiliyen cîrantiyê de jî, ji ber ku ewê mirovên çanda wan dişibe çanda wê nebîne, ew ê bi rastî jî bibe pirsgirêk. Bi rastî, li Tirkiyê di vê mijarê de tengasî heye. Malbatên ku zarokên wan pir in, di daîreyên apartmanan de asê dibin, an jî di xaniyeke kolit (gecekondu) de rûdinên. Lê tu dinhêrî, malbateke ku ji du kesan pêk tê, di xaniyeke pir mezin ê 140-200 metrekare de dijî. Bi rastî, dibe ku di van polîtîkayên me de tengasî heye. Ev tengasî çi ye? Gerek ji bo malbatên ku zarokên wan gelek in, li qadên ku pêdivî bi qadên şîn hene, qadeke bicihbûnê û qadeke bicihbûnê ya ku bikaribin tê de çanda xwe bijîn, were plankirin. Dema ku plansaziya bajêr bê kirin, divê plansaziyeke wiha bê kirin. Dema ku wek jineke li avasaziya bajarê xwe dinhêrim, qirêjiya dîtbarî pir dibînim. Avahiyên ku ne li gorî hev in, bi hev ve hatine çêkirin. Em bilindahiya wan dibînin. Bi rastî, pirsgirêka ku em herî zêde lê rast tên, ewlehî ye. Bajarên me divê bişev jî bi ewlehî bin. Wê demê, pêdiviya me bi plansaziya bajarekî ku dema em ji mala xwe an jî sîteya xwe derketin, em bikaribin bi hêsanî bighêjin cihê ku em ê biçinê, bê tirs û fikar bighîjin, qadên ku ji bo peyayan hatine peydakirin wekî navend bên dîtin, qadên ji bo danûstandinê jî li wan deran hatine komkirin, li kêleka wan jî, qadên otoparkê û hwd. qadên teknîk jî plansazî bike, heye. Li gorî nêrîna min, di vê mijarê de, avahiyên beton divê hinekî din jî bêne kontrolkirin. Dema ku peyva bajarê jinan dibhîzim, tiştê yekem ê tê bîra min, ewlehî ye. Jin li cihekî azad e, lê li cihekî, vê azadiya xwe wenda dike. Berpirsyariya li hemberî hevjînê xwe û malbata xwe, wê dike binê zext û zorê. Piştî saeteke, dema ku bixwaze derkeve derve, nikare, bê destûra kesan here cihekî, ji neçarî saetên dibistana zarokên xwe, li gorî vêya plan dike. Bajarê jinan, bajarê ku ewlehiya jinan lê pêk hatî ye.”

Wêne – Kamera: Hangul Ozbey

JINHA
(hp/xo)