Sertifika 31 jinên serkeftî hat dayîn

12:38

 


JINHA


AMED – Di qursa zimanê kurdi ya ku ji aliyê Navenda Jinan Ekîn Cerenê ve dihat dayî 15 jin bi serkeftî derketin. Di atolye ya kincan de jî 16 jin bi serkeftî derketin. Sertifik hat dayîna  31 jinên serkeftî.


Li Navenda Jinan ya Ekîn Cerenê ya k udi biniya Şaredariya Pirsusê de xebatên xwe birêve dibin 3 mehan qursa zimanê kurdî û atolya ya kincan dabûn despêkirin. 31 Jinên ku hem di qursa zimanê kurdi û hem jî di atolye yên kincan de bi serkeftî derbasbûn sertifikên xwe girtin. Di torena sertifikan de Cîgira Şaredarê Pirsusê Aynur Yilmaz, endamên meclisê, yên k udi qursan de cih girtine û malbatên wam amadebûn. Di despêkê de Aynur axivî û di despêka axaftina xwede hemû jinên k udi tekoşîna jinan de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û 8’ê Adarê li hemû jinan pîrozkir. Aynur balkişand li ser xwedîderketina jin ya li zimanê xwe yê dayîkê û got: “Li gel vê jî di aliyê aboriyê de ji bo jin bibin xwedî pîşe atolye yên kincan giringin. Ji bo jin azadiya aboriyê bi des xweve bînin di jiyanê de zêdetir bikarin xwe îfade bikin. Weke şaredarî dê ve xebatên me berdewam bikin.”


Piştî axaftinan 15 jinên k udi qursa zimanê kurdî de serkeftîbûne û 16 jinên di atolye ya kincan de serkeftin bidest xistine sertifik hat dayîn.