Bi boneya mitînga 8’ê Adarê jinên Sêrtê diherikin qadê
13:06
JINHA
SÊRT – Di mitînga bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji aliyê Têkela DOKH’ê û Platforma Jinên Demokratîk ve hatî amadekirin de jin hêdî hêdî kom dibin.
Di mitînga bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ku ji aliyê Têkela DOKH’ê ya Sêrtê û Platforma Jinên Demokratîk ve hatî amadekirin de jin hêdî hêdî bi kincên xwe yên renga reng ber bi qada mitîngê ve diherikin. Jinên ku di destên wan de qurnefil ji nava taxan ber bi Qada Newrozê ya ku mitînga 8’ê Adarê li wê hatiye amade kirin ve diherinkin. Di qada mitîngê de panqartên weke “Jin jiyan azadî” û “Netewa Demokratîk û jinayan azad” hatin vekirin. Her wiha qad bi rengên kesk, sor, zer û xemir hatibûn xemilandin. Jinên ku li qadê hatin bahev dest bi gerandina govendê kirin û 8’ê Adarê pîroz kirin. Di mitîngê de namzetên hevşaredarên BDP’ê yên navend û navçeyan, Hevseroka Gişti ya BDP’ê Gultan Kişanak li gel parlementerên herêmê yên jin amadebûn.
Di vê navberê de bi hinceta ji ber ji polîsan “destur negirtine” destur nehat dayîn ku dovîzên bi îmzaya DOKH’ê bên vekirin.
