Dayîka Sakine: Tekoşîna me di cîhnê de bûye mînak
14:17
JINHA
AMED – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Piştevaniya Mala Perwerdê ya Aydin Erdem ya Şaredariya Pirsusê çalakî hat li darxisrin. Di çalakiyê de Dayîka Aşitiyê Skîne Arat axivî û got: “Tekoşîna jinên kurd di cîhanê de bûn mînak.”
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Piştevaniya Mala Perwerdê ya Aydin Erdem ya Şaredariya Pirsusê çalakî hat li darxisrin. Di çalakiyê de axaftina vekirinê ji aliyê Dayîka Aşitiyê Skîne Arat ve hat kirin. Dayîka Sakîne bal kişand li ser tekoşîna jinên kurd û got: “Tekoşîna jinên kurd di cîhanê de bûye mînak.” Endama Meclisa Şaredariyê Neslihan Çoban jî axivî û piştî axaftinan sinevizyon hat temaşe kirin û helbest hatin xwendin. Jinan li ber dengê koroya xwendekarên Mala Perwerdê ya Pirsusê govend gerandin. Di çalakiyê de 3 jinên siyasetvanên kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bibîranîn. Piştî çalakiyê jin derbazî pêşangiha wêneyan ya li MalaPiştevaniya perwerdê ya Şaredariya Pirsusê bûn.

