Jinan li kolana İstiklalê qurnefîl belav kirin
14:58
JINHA
STENBOL- Jinên HDP û BDP’ê bi boneya vexwendina jinan ya mitînga 9’ê Adarê li Meydanan Kadikoyê ya ku dê bi armanca 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bê li darxistin belavok û qurnefîl belav kirin. Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Bajarê Mezin Pinar Aydinlar bal kişandi li ser eleqeya welatiyan ya germ ya li hemberî wan.
Jinên HDP û BDP’ê bi boneya vexwendina jinan ya mitînga 9’ê Adarê li Meydanan Kadikoyê ya ku dê bi armanca 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bê li darxistin belavok û qurnefîl belav kirin. Jinên HDP û BDP’ê li kolana İstiklalê ya Beyoglu yê belavok û qurnefîl li jinan belav kirin. Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Bajarê Mezin Pinar Aydinlar, Namzeta Hevşaredara Fatih ê Merice Çelik, Namzeta Hevşaredara Beyogluyê Seyhan Alma, Namzeta Hevşaredara Zeytinburnu yê Filiz Ozçakir û gelak jin tevlîbûn. Jin li Meydana Tunelê hatin bahev.
Jin bi durişmên weke “Jin jiyan azadî” û Bijî 8’ê Adarê bifî piştevaniya jinan” li gel lîlandinan jin ber bi Meydana Taksîmê ve birêketin. Di meşê de li jinên der dora rê belavokên banga ji bo mitînga 9’ê mehê hatin belav kirin. Jinan li gel belavokan qurnefîlên sor jî belavkirin û 8’ê Adarê pîroz kirin.
Di meşê de Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Bajarê Mezin Pinar Aydinlar got: “Jin divê ne tenê di mal de xwarinê amade bikin. Divê di heman demê de jin li kolanan çalakvan jî bin. Aydinlar bang li hemû jinan kir ku di roja 9’ê Adarê de tevlî mitînga li Kadikoyê bibin. Piştî axaftinê çalakî bi dawî bû.

