Şandeya jinan a hikûmeta Cizîrê Sibe diçe Amedê
16:26
JINHA
AMÛDÊ – Cîgira Serokê Hikûmeta Cizîrê Elîzabêt Gewriyê da zanîn ew ji aliyê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ve ji bo beşdarî çalakiyên 8'ê Adarê yên li Bakûrê Kurdistanê bibin hatine vexwendin.
Cîgira Serokê Hikûmeta Cizîrê Elîzabêt Gewriyê ji ANHA'yê re da zanîn ku jinên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, ji aliyê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ve ji bo beşdarî çalakiyên ku dê li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê bêne lidarxistin, bi awayekî fermî hatine vexwendin.
Gewriyê destnîşankir ku wan ji hemû jinên ku cihê xwe di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de digrin re civînek derbarê mijarê de li dar xistine û di encama civînê de şandeyek hatiye amadekirin da ku li ser navê Rêveberiya Xweser biçe Bakûrê Kurdistanê.
Şandeya ku dê li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk biçe Bakûrê Kurdistanê ji Cîgira serokê Hikûmeta Herêma Cizîrê Elîzabêt Gewriyê, Wezîra Karûbarên Jin û Mlabatê Enîme Umer û Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz Perwîn Mihemed Emîn pêk tê.

