Jinên Sêrtê: Roj roja bilind kirina azadiya meye

17:44

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN- Jinên Sêrtê bi kincên xwe yên netewî reng dan qada mitîngê. Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Sêrtê Belkîza Beştaş Epozdemir anî ziman ku dê bi dengê xwe yê gur bi herkesê bidin bihîstin û got: “Roj roja meye. Roj roja bilind kirina azadiya meye, Roj roja bilind kirina pergala meye. Bi Xweseriya Dmokratîk emê hevgirtina gelan ya demokratîk ava bikin.” Jinên Basan, Mêrdînê û Qaqizmanê jî li qadanin.


Mitînga jinên Sêrtê ya ku dibin pêşengiya DOKH’ê û Platforma jinan ve li Qada Newrozê ya Sêrtê hatî li darxistin bi deqeyek rêzgirtinê li ser jinên ku di tekoşîna jinan de jiyana xwe ji dest dane despêkir. Di dema rêzigrtinê de sîroda Ey Repiq hat xwendin. Ji ber polîsan ‘destur nedan’ dovîzên bi îmzaya DOKH’ê nehatin vekirin. Di qadê de Posterên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan, 3 jinên siyasetvanên kurd yên li Parîsê hatine qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin vekirin. Herwiha li qadê alayên PKK, KJB û KCK’ê hatin vekirin. Di qadê de panqartên weke “8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîrozbe” bi du zarvayên kurdî kurmancî û soranî herwiya bi zimanên ritkî, erebî û suryanî hatin vekirin.


‘Silav ji were jinîno govenda azadiyê bigerînin’    


Di mitîngê de bi hezaran jin bi yek dengî sîrod xwendin. Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Sêrtê Belkîza Beştaş Epozdemir,  Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Misricê Hatîce Seviptekîn, Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Hawêlê Selva Erdogan,  Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Xezxêr Aycan Ozer, endamên Komîteya amadekar ya mitîngê û Hevseroka Navenda HDP’ê ya Sêrtê Meliha Orenç yek yek derketin dikê û jinên li qada mitîngê silav kirin. Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Sêrtê Belkîza Beştaş Epozdemir bang li jinên kurd, tirk û ereb kir û got: “Silav ji were jinên Botanê yên hemû jinên kedkarên Tirkiye Rojhilatanavîn û Kurdistanê. Silav ji were jinên kul i serê çiyan li ber agir dîlana azadiyê digerînin. Jinên di girtîgihan de yên bûne sembola berxwedanê. Silav ji Jinên azadîxwaz Bêrîtan, Roza, Sakîne û Fîdanan û hemû jinên ku alaya azadiyê ji Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan  hilgirtî û bilind kirîne re…” Belkiza 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kir.


‘Roj roja azadiya meye, Roj roja bilindkirina azadiya meye’


Belkîza diyar kir ku îro li tevahiya Kurdistanê hemû jin li kolanan, qadan û di berxwedanêdenin û got: “Birêz Ocalan azadî bi me daye naskirin ji ber wê jî em di gelek aliyan de deyîndarê Ocalanin. Îro roja ku em wî deynê mezin bidin. Jin êdî dikarin bi azadî û  rengên xwe dakevin qadan. Ew rêya azadiyê ya ku Serokê me ji bo me vekiriye emê bilind bikin û bigihînin hemû jinên cîhanê. Ji ber van sedeman barême girane. Karê me yek ji karê cîhanê yê girane.” Belkîza diyar kir ku qampanye ya îmzayan ya ‘ji Ocalan re Azadî’ bibîr xist û got: “Serokatiya azad û Kurdistana azad ne xeyale di destê me jinan dene. Her îmzayek azadiya me mezin dike.  Serokê me Birêz Abdulah Ocalan yê ku azadî b ime deya neskirin emê jin azad bikin. Roj roja meye. Roj roja bilind kirina azadiya meye, Roj roja bilind kirina pergala meye. Bi Xweseriya Dmokratîk emê hevgirtina gelan ya demokratîk ava bikin.” Belkîza bal kişand li ser projeya jinan û wiha got: “Jin jiyan azadî. Bila her kes dengê me bibihîsin. Çiqasî dengê me gur derkeve dê weqas jî bi biryarbûna me ya azadiyê bê bihîstin. Her dem hêj zêdetir emê pêşde biçin û dengê xwe bilind bikin.”


Peyama Ocalan hat xwendin


Aktîvîsta DOKH’ê Ayşe Ekincî nameya Serokê PKK’ê ya bi boneya 8’ê Adarê dest dayî pênûsê û xîtabî jinan kirî xwend. Di dema xwendina nameyê de ji qada mitîngê dengên “Jin jiyan azadî”, “Silav silav ji Îmralî re hezar silav” û “Bijî Serok Apo” bilind dibû. Piştî axaftinan Hunermenda NÇM’ê Guldest Arîn derket dikê û bi vî awayî berdewame.


BASA


Jinên Navçeya Basa ya Şirnexê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi coşek mezin pîroz kirin. Çalakiya bi boneya 8’ê Adarê ya li navçeyê ji aliyê Meclisa Jinên BDP’ê ya navçeyê ve hat amade kirin. Beriya çalakiyê ji bo pêşewazîkirina kesên ji dervebên jin di ketina nevçeyê de kom bûyîbûn. Paşê jî ber bi buroya  hilbijartinan ya li taxa Yeniyê ve meşek pêk anîn. Di meşê de bi hezaran jin bi kencên xwe yên netewî beşdarbûn. Di meşê de kesk, sor, zer, wêneyên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan, alayên BDP û PKK’ê hatin hildan. Piştî meşê Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan axaftinek kin kir. Paşê jî jin heta avahiya BDP’ê ya Navçeyê meşiyan. Li ber avahiyê li ber dengê mizukê jinan govend gerandin û 8’ê Adarê pîroz kirin. Hevseroka Navenda BDP’ê ya Şirnexê Xemê Akit li ser giringiya rojê axaftinek kir. Xemê 3 jinên siyasetmendarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr anî. Xemê balkişand li ser tekoşîna jinên Rojanva û 8’ê Adara wan pîroz kir. Piştî axaftinan Peyama Birêz Ocalan ya ji bo 8’ê Adarê hatî şandin hat xwendin. Paşê jî çalakiyê bi gerandina govendê berdewam kir.


MÊRDÎN


Têkela DOKH’ê ya Şemrexê bi boneya 8’ê Adarê şahiyek amade kirin. Welatî li ber derê avahiya BDP’a navçeyê kombûn û heta Qada Newerozê meşiyan. Girseyê di meşê de Posterên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan, 3 jinên siyastevanên kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin, flamayên YPG û PKK’ê hildan. Di meşê de girseyê durşimên weke “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin bilind kirin. Şahiyê bi deqeyek rêzigirtina ji bo giyanê jinên k udi tekoşîna jinan de jiyana xwe ji dest dane hat despêkirin. Piştî axaftinan Koma Aryen û Koma İzala derketin dikê.


QAQİZMAN


Li Navçeya Qaqizmanê ya Qersê jî 8’ê Adarê bi şahiyekê hat pîroz kirin. Şahî li Salona Dawetê ya Şaredariyê hat kirin. Beriya şahiyê jin li kolana İstiklalê kombûn û heta Salona Dawetê meşiyan. Di meşê de wêneyên 3 jinên li Parîsê hatin qetilkirin hatin hildan. Di meşê de panqartên weke “Şoreşa ku jinan azad neke ne şoreşe” û “8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz be”, alayên BDP û DOKH’ê, kesk sor û zer hatin hildan. Di meşê de aktîvîstên DOKH’ê, endamên MP ya BDP’ê, Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Qaqizmanê Turkhan İlkhan, Cîgira Şaredarê Qaqizmanê Çigdem Ozlu, Hevserokê Navçeyê Bahra Yildiz jî dinav de bi hezaran jin amadebûn. Di şahiyê de Hevseroka Navenda BDP’ê ya Qersê Şengul Mehmetoglu axaftinek kir û got: “Hêza pêşengiyê ya tekoşîna me jinin. Her dema k udi serhildana de jin ne di pêşiyêdebin wê demê kêmaniyek di wê serhildanê de heye. Paşê jî Namzeta Hevşaredara Qaqizmanê Turkhan İlkhan diyar kir k udi civakek ku jin têde ne azad be di wê civakê de kes azad nîne. Li ber axaftinan re ji nava jinan dengê “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” di hatin bilind kirin.