‘Polîsên jin! ji mêran talîmatê negirin ’
17:35
AMED- JINHA
Endam û aktîvîstên DOKH'ê bi minasebeta 25'e Mijdarê Roja Têkoşina li dijî Şîdeta li hemberî Jinan a Navneteweyî li Deriyê Rihayê kom bûn û heta Deriyê Çiyê meşek girseyî pêk anîn. Girseya ku di nav de hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, hevseroka BDP'e ya Amedê Zubeyde Zumrut, endam û rêveberên meclisa jinan en BDP'ê û nûnerên sendika û komeleyan ên jin jî hebûn li ber def û zurneyan dest bi meşê kirin.
Di pêşengiya DOKH’ê de li Amedê meşek hat lidarxistin. Jinan ji deriyê Riha yê heta deriyê Çiyê meşiyan, lê rastî astengiya polîsan hatin. Polîsên jin bi pihînan êrîşê jinan kirin. Di dema êrîşê de hevseroka BDP’a Amed’ê Zubeyde Zumrut axivî û ji polîsên jin re wiha got: “Talîmatê ji mêra nestînin. Hun jî jin in.”
Beriya ku jin dest bi meşê bikin polîsan diyar kirin ku Wezîrê Karê Hundir giştîname şandiye û bi hinceta li dijî xala "Meş û xwepêşandan a hêjmara 2911'an" e destûrê nadin." Hevseroka Giştî ya BDP'ê Kişanak, bertekên tund nîşan dan û diyar kir ku ji bo ew van astengiyên li pêş xwe rakin meşê pêk tînin. Kişanak, anî ziman ku ev helwesta polîsan faşîzm e û nayê qebûlkirin. Jinên ku bi slogan, tilîli û çepikan bertke nîşanî polîsan dan û dest bi meşê kirin, polîsan neçar man ku barîkatê ji ser kolanê rakin û rê vekin. Piştî rê hate vekirin jinan meşa xwe berdewam kir û heta Deriyê Çiyê meşiyan.
Jin piştî gihiştin Deriyê Çiyê li vir daxuyanî dan. Li ser navê jinan Kordînatora Mala Jinê ya KARDELEN'ê Mukaddes Alataş, daxuyanî da û helwesta polîsan şermezar kir. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, jî anî ziman ew wekî jin ji bo van pêkanînan şermezar bikin daxuyanî didi û tundiya liser jinê nalet dikin. Kişanak, da zanîn ku ew baş zanin ku kesên dixwazin jin weki koleyan bijîn li hemberî gelê mazlum, gelê kurd û fîlîstinê jî komkujî û zilmê rewa dibînin.
(gk/la)

