Çîroka jinên Rihayê: Berxwedana jinan ya li hember şidetê
11:04
Gulsen Aslan - Semra Turan/JINHA
RIHA- Ji dema ku çavên xwe li jiyanê vekirine heta niha rastî pergala mêran ya deshilat hatine din ava wê pergalê de jiyana wan parçe bûye. Di heman demê de din ava çîroka jinan de aliyê berxwedanê jî heye. Jinên Rihayî yên ku ji aliyê bav, bira û mêrên xizmên xwe ve rastî şidetê hatine. Jinên Rihayî didin diyar kirin ku her jinek di hindirê xwe de hêzekê dihewîne û bi vê bûneyê bang li hemû jinan kirin ku dakevin qadan.
Jinên ku ji dema çavên xwe li jiyanê vekirine restî şidetê hatine. Bune mexdurê tacîz, tecawîz û hemû awayên şidetê her wiha bi navê ‘zewicandinê’ hatine firotin. Li Tikiyê şideta li ser jinan di her navendan de tên dîtin. Berhemê hilberîna hişmendiya mêran polîtîkaye dewletê her roj dibe sedema qetilkirin 5 jinan. Yek ji cihên herî xwekuştinên jinan lê rudidin Riha di bin şertên zor û zehmet yên jiyanê de jî jin tekoşîna jiyanê didin. Jinên Rihayê çîroka jiyana xwe ji JINHA yê re vegotin.
‘Ez herdem bûm mexdurê şidetê’
Turkan Suçlu di sala 1993’an de li gel malbata xwe ji ber zordariyan ji Malazgîra Mûşê koçî Rihayê kirine.Turkan 37 saliye ji dema ku zewiciye heta niha rastî şidetê hatiye. Dema ku nû zewiciye hîn bûye ku hevserê wê zewiciye û 4 zarokên wî hene. Turkan da zanîn ku dema nû zewiciye ji destê hevserê xwe şidet dîtiye. Turkan zanî ziman ku ewê nedikarî derkeve ji derve û got “Dema ku hevserê min li birayê xwe xist kete girtîhehê û 9 salan di girtîhehê de ma. Wê demê ew çar meh bû ku ez ducanîbûm. Ji berk u şideta malbata havserê min li ser min zêde bû ez neçar mam ku derbasî mala bavê xwe bibim. Malbata min jî bi gotinên’em zarokên wan naxwazin. Tu tenê were’ nêzî min dibûn. Lê min zaroka xwe jî girt gel xwe. Di mala xwe de jî demdirêj min şidet dît.”
‘Jin çiqas bitirsin ew qas şidet zêde dibe’
Turkan destnîşan kir ku dema ji hevserê xwe cuda bûye vêcarê rastî şideta malbata xwe hatiye û wiha got: “Malbata min ne dihêla ez derkevim derve. Her dem ez mexdurê şidetê dibûm. Ez 9 salan li benda hevserê xwe mam. Hevserê min nexweşiya penceşêrê girtin û jiyan xwe ji dest da. Lê mi ji ber zaroka xwe berxwedan dikir. Em 7 xwişk û birabûn. 6 birayên min hebûn ez keça malê ya tenê bûm. Min gelek li gel birayên xwe şer kir. Di dawiyê de di tekoşîna xwe ya li gel birayên xwe de ez bi serketim. Min keça xwe mezin kir. Ez cara duyem zewicîm. Ez tevlî projeyên mala jiyanê ya jinan bûm. Ev demdirêje ez di vê xebatê de cih digirim.Hêza min ya cewherî zêdebûye. Ez êdî dikarim li ser lingê xwe bisekinim. Dem ku herî zêde tê xwestin jin bipeyvin bê deng dimînin. Jin pir bihêzin. Çiqasî jin bitirsin ewqas jî şidet zêde dibe.” Turkan derbirî ku divê jin bihêzbin û got: “Divê jin li hember zagonên eşîretê serê xwe ne çemînin.”
‘Hebûna 8’ê Adarê hêza jinan diyar dike’
Jineke dinê ya Rihayî Gulê Kaya ya 46 salî û dayîka 5 zarokan jî got: “Zewacek di serê min de jî hatiye. Lê ez bi dexwaza xwe zewicîme. Min gelek ji heskiriyê xwe hes dikir. Piştî zewacê her tişit hat guhertin. Ew hevserê min jê hez dikir û nirx didayê her ku çu j imin dur diket. Hevserê min her dem ji jiyana ji derve hez dikir. Ne dihat malê. Heskiriya wî hebû. Ez paşçav dikirim. Hemî şidet l imin dikir. Zewaca min 20 salan bi vî awayî berdewam kir. Dema ku zarokên min mezin bûn ze têgihiştim. Dema ku rojekê hevserê min destê xwe l imin bilind kir, kurê minê mezin got: ‘Tu nikarê êdî li diya min bixê êdî ez mezin bûme. Ez ji vê re desturê nadim.’ Ez wê rojê pir bi bandor bûm. Piştî wê ji bo ku ez li hemberî şidetê serî neçemînim, min xwest ez cuda bibim. Ji ber ez ji nalbatek ya eşîran têm min di vana liyan de zorî kişand. Ez rasî tekhdîdên kuştinê hatim. Demekê ez pir tirsiyam. Lê ez bi 5 zarokên xwe ve ji derve mam. Min tinştên dest çêdikir û ez diçum min malên xelkê paqişdikir. Her dem min tekoşîna jiyanê dida. Min malbata xwe li hemberî xwe rakir. Min li ber xwe da û gav paşde na avêt. Niha zarokên min mezin bûne. Ez jî tevlî xebatên Mala Jiyana Jinan bûm. Min ji bo jinan jî tekoşîn kir. Ez naxwazim tu jin pirsgirêkan bijîn.”
‘Gotina jinan ne derbasdare’
Jina ku li Rihayê dijî û nexwest navê xwe diyar bike A.B ya 29 salî jî diyar kir ku ew bi 19 hezar lîreyan hatiye zewicandin. A.B da zanîn ku piştî zewiciye nû hîn bûye ku hevserê wê girêdayî madeyane û herdem ji aliyê malbata hevserê xwe ve rastî şidetê hatiye û got: “Her dem şidet li min dikirin. Hevserê min jî ji ber esrar bi kar di anî derdiket pêşberî min û di keniya. Her ku diçu ez diketim rewşek ya jê ne derketinê. Êdî hêza min ya li ber xwe danê nemabû. Piştî zewaca min ya çar mehan ez çum mala bavê xwe. Dema ku ez çum ew du meh bûn ez du canî bûm. Çanda ereban cudaye. Tu gotina jinan li tu cihan derbas nedibû.”
‘Tenê xweyala min ez li gel keça xwe em azad bijîn’
A anî ziman ku ewê dev ji hevserê xwe berdabû lê dema ku zaroka wê hat dinyayê malbata hevserê wê hatin nexweşxanê zaroka wê girtin û binrin û got: “Roja kum in zaroka xwe anî dinya yê malbata hevserê min hatin zaroka min j imin girtin. Min hîs kir ku min hestên xwe yên dayîkbûnê wenda kirine. Ev tiştek çawaye ez difikrim. Mafê girî yê jinan nîne. Di dema ku zaroka min hat dinya yê de ez 14 saetan di nexwşxanê de mam. Min ew zarok 9 mehan di zigê xwe de gerand lê tenê carekê jî mine w ne mêjand. Niha keça min 9 mehiye. Hevserê min yê berê zewicî. Ma Himendiyek wiha dibe. Ez zaroka xwe nadim wan. Heger j imin re hinek mafê jiyanê hêlabana belkî min karîbana ez li gel zaroka xwe bijîm. Lê van kevneşopiyên civakî em kor kirine. Ez dixwazmi jiyanek nû despêbikim. Xwezî min bikaribiya ez li gel keça xwe bijîm. Tenê xeyala min ewe ku ez li gel keça xwe bi azadî bijîm.”

