Jinên wanî bi meşê 25’ê Mijdarê pêşwazî kirin
21:52
JINHA
WAN- Ji hêla DOKH û BDP’ê ve bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê meşek hat lidarxistin. Parlamentera BDP’a Wanê Aysel Tugluk, di meşê de da zanîn ku jinên kurd bi salan li ser vê erdnegariyê nehatin dîtin, lê bi têkoşîna xwe û tevgera azadiyê mafê axaftinê girtin.
Bi minasebeta 25’ê Mijdarê li Wanê ji hela DOKH’ê û BDP’ê ve meşek hat lidarxistin. Parlamenter Aysel Tugluk di meşa ku li Wanê hatî lidarxistin de destnîşan kir ku jinên kurd li ser vê erdnegariyê bi têkoşîna xwe bûn xwedî mafê axaftinê.
Di meşa ku ji hêla DOKH û BDP’ê ve hatî organîzekirin de jinan heta li ber parka Feqiyê Teyran bi dirûşmên wekî “Ji qirkirina jine re na”, “Ji tecrîde re êdî bes e” û “Jin jiyan azadî berz kirin. Parlamentera BDP’ê ya Wanê Aysel Tugluk, hevseroka BDP’a Wanê Fevziye Şîran, şaredarê Sixkê Nezahat Erguneş û bi sedan jin tevli meşê bûn.
Têkoşîna bi salan a jinên kurd…
Parlamenter Aysel, di çalakiyê de bal kişand ser têkoşîna jina kurd û da zanîn ku jinên kurd çi bawer kiribê di vî tiştî de serketiye. Aysel, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi salan jinên kurd li ser ve erdnegariyê tune hatin dîtin. Lê bi têkoşîna bi salan û tevgera azadiyê niha di her qada jiyanê de bû xwedî mafê axaftinê. Ev serkeftin bi saya jinên ku li ciyê têdikoşîn pêk hat. Bi saya jinên kurd û birêz Abdullah Ocalan pêk hat.”
‘Dê her tim azadiyê bi qîrin’
Di çalakiyê de hevseroka BDP’a Wanê Fevziye jî axaftinek kir û bal kişand ser dîroka 25’ê Mijdarê. Fevziye wiha nêrînên xwe anî ziman: “Xwîşkên Mîrabel têkoşîneke bi israr meşandin. Niha jî jinên kurd ji bo nasname û zimanê xwe yê zikmakî li qadan di nav têkoşînê de nin. Ligel êrîşên pergalê jî hevalên me wekî her car têkoşîna xwe de bi israr bûn û hêza xwe carek din nîşan dan. Divê li hemberî nirxên ku xwîşkên Mîrabel derxistî holê û berxwedana li zindanan jin rêxistinbûna xwe bêtir divê xurt bikin. Asta têkoşîna xwe bilind bikin. Dê her car li qadan azadiyê daxwaz bikin.”
(oa/la)

