Li gundikê Melê kelecana 8’ê Adarê

11:54

JINHA


ŞİRNEX- Li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê bi boneya 8’ê Adarê şahiyek hat li darxistin. Di şahiyê de bi hezaran jin di şahiyê de kombûn. Di şahiyê de Hevseroka Navenda BDP’ê ya Şirnexê Xemê Akit axivî û got: “Em soz didin Zîlanan, Bêrîtanan, Sakîneyan, Fîdanan û Leylayan ku emê ji doza wan vene gerin. Emê bi hev re li hemberî pergala hişmendiya mêran tekoşîn bikin û Kurdistana xweser avabikin.”  


Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê li bajaroka gundikê Melê ya Şirnexê bi boneya 8’ê Adarê bi şîara “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” şahiyek amade kirin. Şahî li  Qada Newrozê ya taxa Aydinlarê hat li darxistin. Jinan bi kincên xwe yên rengaren qada şahiyê xemliandin. Li qadê panqartên weke “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratk ve”, “Ji bo Serokatiya Azad û nasnameya azad em nexşerêyê silav dikin”, “Emê bi rêxstinê li ber xwe bidin, bi berxwedanê jî dawî li şideta li ser jinan bînin” û “Jin jiyan azadî” hatin vekirin. Di qada şahiyê de posterên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan, 3 jinên siyasetvanên kurd yên ku li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hildan.  Di şahiyê de Hevseroka Navenda BDP’ê ya Şirnexê Xemê Akit, Namzetên Hevşaredarên bajaroka gundikê Melê Abdulah Tunç û Leyla Yildiz, Hevseroka navçeyê Leyla İşlek, Têkela DOKH’ê, Meclisa Dayîkên Aştiyê jî dinav de bi hezaran jinan reng dan qada şahiyê. Jinan durişmên weke “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bilind dikirin.


‘Ji bo Kurdistana xweser emê bi hevre têbikoşin’


Şahiyê bi deqeyek rêzigirtina li ser giyan jinên k udi tekoşîna jinan de jiyana xwe ji dest dane despê kir. Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya gundikê Melê Leyla Yildiz got: “Ez ji dileke germ hevalên me yên jinên Rojava silav dikim. Hezar silav ji bo Serok Apo yê ku em gihandine vê rojê. Ji bo bilind kirina tekoşîna jinan divê me jin bi hevre têbikoşîn û Rêber Apo azad bikin.” Hevseroka Navenda BDP’ê ya Şirnexê Xemê Akit axivî û got: “Em soz didin Zîlanan, Bêrîtanan, Sakîneyan, Fîdanan û Leylayan ku emê ji doza wan vene gerin. Emê bi hev re li hemberî pergala hişmendiya mêran tekoşîn bikin û Kurdistana xweser avabikin.”  


 Di şahiyê de peyama Ocalan hat xwendin


Piştî axaftinan peyama Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ya  bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nivisiyî hat xwendin. Şahiyê bi Koma Jinên Cudî berdewan kir. Paşê jî peyama Koordinasyona PKK û PAJK’ê ya ji bo 8’ê Adarê hat xwendin. Di şahiyê de sînevizyon hat pêşandan. Şahî bi Koma Dengê Botan û Koma muzîkê ya Navenda Çand û Hunerê ya Laleşê derketin dikê û sitiran gotin, jinan li ber sitiranan govend gerandin û bi vî awayî berdewam dike.