Di girtîgihan de li heber tundiya heyî berxwedana jinan …
13:25
Sarya GOZUOGLU-Zehra DOGAN/JINHA
AMED – Parêzera TUHAD-DER’ê Xanim Kayhan diyar kir ku Sedemek sereke ya ku îro jin bi azadî 8’ê Adarê pîroz dikin keda jinên girtîgehan yên ku bêmafiyên mezin dijînin û got: “Jinên girtî rastî tecîzê hatin. Zivistanê pirsgirêkên germahiyê dijîn. Pirtûkên wan ji dest hatin girtin û hatin mişextî kirin. Li gel van hemûyan jî jin di girtîgehan de li ber xwe didin. Ji ber van serdeman ez wan weke girtî nabînim. Di nava tekoşîna jinan de yên ku herî xwe azad hîs dikin yên ku di girtîgihan de berxwedanê dikin.”
Berî niha salên demdirêj jinan di fabrîqeyan de bi berxwedanê 8’ê Adarê Afirandine. Weke di tevahiya cîhanê de di herêmê de jî 8’ê Adarê bi coş û kelecan tê pîroz kirin. Li hemberî hişmendiya mêran ya deshilatdar li her derê jin di qadên berxwedanê denin. Di herêmê de jî di bin pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê de li navçe û taxan tên bahev û daxwazên xwe yên jiyana azad tînin ziman. Gelo hîmên bingehîn yên tevgera jinên azad jinên girtî?,, Di xeta îdeolojiya tevgera jinên azad de jinên din ava çar dîwaran de heta niha 8’ê Adarê çawan çî jiyan kirine?
‘Tundiya li ser jinên girtî her ku diçe zêde dibe’
Parêzera TUHAD-DER’ê Xanim Kayhan da zanîn ku jinên berxwedanvan di aliyê tekoşînê de tucarî nahatine girtin û wiha got: “Hukîmet vê baş dizane ji sala derbasbûyî heta niha her roja ku diçe zoriya li ser jinên girtî zêde dibe. Girêdayî jinan tundiyekî mezin heye di girtîgehan de. Bi taybetî jî li Girtîgiha Tîpa E ya Mûşê û Girtîgiha Tîpa E ya Sêrtê binpêkirinên mafan pirin. Jinên girtî rastî tecîzê hatin. Zivistanê pirsgirêkên germahiyê dijîn. Pirtûkên wan ji dest hatin girtin û hatin mişextî kirin.”
‘Jinên girtî li hemberî tundiyan dest bi berxwedanê kirin’
Xanim bal kişand li ser binpêkirinên mafan yên li girtîgihan û got: “Di sala 2013’an de li girtîgihan binêkirinên mafan yên pir cidî li ser girtiyên nexweş û jinên girti hebûn. Di nava demeke kin de nêzî hezar girtiyan hatin mişextî kirin.” Xanim berxwedanan jinên girtîgiha Mûşê ya di cotmeha sala derbasbûyî de bibîrxist û got: “Li gorî k udi girtîgiha Mûşê de jinên girtî ji aliyê midurên girtîgihê, gardiyanên mêr û girtiyên edlî ve hatin darb kirin. Lê vê mijarê di raya girşitî de zêde deng veneda. Li ser vê jî çul li gel gitiyên jin peyîvîn. Li hemberî tacîza jinan lêpirsînek nedan despêkirin. Li şona lêpirsînê ji bo bi ser bûyerê bigirin hema dest bi sirgunan kirin.”
‘Sirgun ji ber polîtîkaya îzolasynêye’
Xanim taybetî jî di herêmê de bal kişand li ser tundiyên li Girtîgiha Tîpa F ya Wanê û got: “Rêveberiya girtîgihê din ava polîtîkayên îzolekirinê dene û destur neyê dayîn girtî derkevin navendên hevberş. Yên vê dikin heta cihekê bi serketin. Ji ber piranî girtîgihên herêmê vala kirin û sirgunên mezin çêkirin. Di sirgunan de li gel girtiyan malbat û parêzer jî mexdur dibin.”
‘Jinên herî azad yên ku berxwedan guhastine girtîgihanin’
Xanim got: “Ez jinên girtigihan weke girtî nabînim. Sedemek sereke ya ku îro em jin bi azadî 8’ê Adarê pîroz dikin keda jinên girtîgehan yên ku bêmafiyên mezin dijînin. Jinên girtîgihan jinên k udi tekoşîna azadiyê de gihiştîne. Ji aliyê mêrên deshilat yên ku dîroka jinan nezanin ve hatina darezandin rewşeke girane. Niha di afîşên 8’ê Adarê de ji ber wêneyê Clara Zetkîn hatiye karanîn bi hinceta wêneyên PKK yiyane tên darezandin. Bi vê hişmendiyê darezandina jinan dibe sedema qedandina temenê mirovan.”

