Li hemberî şîdetê serî rakirin!
22:19
JINHA
ÎZMÎR – Li Îzmîrê jinan bi minasebeta 25’ê Mijdarê daketin qadan û şîdeta li hemberî jinê şermezar kirin û daxwaz kirin ku divê êdî li hemberî keda jinê ya ku nayê dîtin yekitiya jinê pêk bê û têkoşîneke hevpar bê dayîn.
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê li herêm û bajarên Tirkiyeyê bi çalakiyên cuda hate pêşwazîkirin. Jinan di çalakiyan de bal kişandin ser asta şîdetê. Li Îzmîrê jî jinan bi minasebeta 25’ê Mijdarê daketin li qadan. Jinên Îzmîrê li Qada Basmanê yê kom bûn, bi dirûşmên wekî “Mêr lêdixe, dewlet diparêze”, “Hezkirina ku jinê dikuje naxwazin” û “Jin êdî bêdeng nabin” berz kirin û heta bi ber avahiya Sumerbankê meşiyan.
Jinan di çalakiyê de bal kişandin ser keda jinê û da zanîn ku ji bo keda ku nayê dîtin divê dengê jinê bibe yek û têkoşîneke hevpar bê dayîn. Her wiha jinan di çalakiyê de bal kişandin ser asta şîdeta li hemberî jinê daxwaz kirin ku kesek bêdeng nemîne. Jinan daxwazên xwe bi dowizan anîn ziman.
(pî/la)

