Di 8’ê Adarê de astengiyên li pêşiya jinên Rojava
14:02
JINHA
MÊRDÎN – Sibê li Nisêbînê çalakiya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê heye. Bi boneya 8’ê Adarê Meclisa Jinên BDP’ê yên Mêrdînê jinên Rojava vexwendine çalakiya 8’ê Adarê. Heyeta jinên Rojava yên ku di nav de Wezîra Kantona Cizîrê Elizabeth Kauries jî heyî li ser sinur hatin rawestandin û destur nehat dayîn derbas bibin.
Ji aliyê DOKH’a Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ve bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê sibê meşek tê li darxistin. Bi bê bûneyê Meclisa Jinên BDP’ê ya Mêrdînê Heyeta Jinên Rojava ya ku di nav de Wezîra Kantona Cizîrê Elizabeth Kauries, Roşin Mahmud Muhammed, Perwîn Yousef û Emîne Omer jî dinav de hene hatin vexwendin. Ji bo bên Nisêbînê îro hatin li ser sinrê Qoserê û di deriyê Dilbêsiyê de bi hinceta hîna ji Wezîrê hindir destur nehatiye Heyeta Jinên Rojava li ser sinir hatin rawestandin.
Girêdayî mijarê Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Navçeya Qosera Mêrdînê Leyla Salmanagahî da. Leyla ev helwest weke bê hiqûqiyê nirxand û got: “Me berê ji Waliyê Mêrdînê destur girtiye û em li bendêbûn ku hema hevalên xwe bigirin. Lê niha Walî kar dirêj dike. Ev tenê rewşek girêdayî meye. Me xwest hevalên me yên Rojava tevlî meşa sibê bibin lê dixwazin astengiyan derbêxin.”
Heyeta Jinên Rojava yên ku dinav de Wezîra Kantona Cizîrê Elizabeth Kauries, Roşin Mahmud Muhammed, Perwîn Yousef û Emîne Omer jî dinav de hene hîna li ser sinurin û li bendêne derbas bibin.

