' Emê di riya Sakîne, Fîdan û Leyla de bimeşin'
15:12
JINHA
ŞİRNEX – Bi boneya pîrozbahiya 8’ê Adarê li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi hevlîbûna bi hezaran jinan mitîngek hat li darxistin. Di mitîngê de Parlementera BDP’ê ya Şirnexê Selma İrmak axivî û got: “Xwestin bi qirkirina Parîsê re jinên kurd tune bikin. Lê qirkirina Parîsê ruhê berxwedanê di jinên kurd de hêj zêdetir bilind kir. Dê jinên kurd ji hişmendiya îmha û tunekirinê hesabxwestinê berdewam bikin. Emê di roya Sakîne Fîdan û Leyla de bimeşin.”
Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi boneya pîrozbahiyên 8’ê Adarê mitîngek hat li darxistin. Mitîng li Qada Çarkendal ya taxa Surê hat li darxistin. Di mitîngê de de Parlementera BDP’ê ya Şirnexê Selma İrmak, Hevseroka Navenda BDP’ê ya Şirnexê Xemê Akit, Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Cizîrê Leyla İmret, aktîvîstên DOKH’ê, endamên Meclisa Jinên BDP’ê jî dinav de bi hezaran jin bi cil û bergên xwe yên rengîn reng dan qada mitîngê. Di serê sibê de qada mitîngê bi posterên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan, 3 jinên kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat xemilandin. Her wiha di qadê de alayên PKK, KCK û DKH’ê hatin hildan. Ji saetên serêsibê heta niha jinên Cizîrê bi kincên xwe yên rengareng diherikin qada mitîngê. Bi saetan jinan li ber dengê muzîkê govend gerandin. Din ava govenda wan de dem dem dengên durşimên weke “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” bilind dibûn. Di despêka mitîngê de bi deqeyek rêzgirtin û sîroda Ey Reqip hat despêkirin. Paşê jî peyamên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan li gel PAJK û PKK’ê yên ji bo 8’ê Adarê şandine hatin xwendin. Paşê jî Hevseroka Navenda BDP’ê ya Şirnexê Xemê Akit diyar kir ku jinên kurd bi tekoşîna xwe pêşengiyê ji jinên cîhanê re dikin.
‘Jin pêşngiya berxwedanê dikin’
Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Cizîrê Leyla İmret jî di despêkê de cejna jinên kurd û hemû jinên cîhanê pîroz kir û got: “Bi taybetî jî jinên kurd bi saya Serokê Gelê Kurd Abdulah Ocalan gihiştine vê astê. Em Serokê xwe yê ku em gihandine vê rojê silav dikin. Parlementera BDP’ê ya Şirnexê Selma İrmak jî balkişand li ser azadiya jinan û got: “Îsal di pêşengiya jinên kurd de sala azadiya gelê kurde. Peyama ku Birêz Ocalan ji bo 8’ê Adarê şandî de hêvî û baweriya xwe ya li gel jinan aniye imzan. Em jî bi hevaltiya Sakîneyan, Zîlanan û Bêrîtanan Serokê xwe silav dikin. Bijî tekoşîna me ya jinan. Bijî gelê kurd.”
‘Emê di riya Sakîne, Fîdan û Leyla de bimeşin’
Selma got: “Êdî kes nikarin ji jinên kurd re bêjin jinên malan. Niha herkes jinên kurd weke jinên pêşeng û tekoşer dibînin. Serokê me dibêje: ‘Divê jin bikare li ser lingê xwe bisekinin’”
Selma destnîşan kir ku ew dê hemû astengiyan hilweşînin û di riya jinan azad de bimeşin û got:” Xwestin bi qirkirina Parîsê re jinên kurd tune bikin. Lê qirkirina Parîsê ruhê berxwedanê di jinên kurd de hêj zêdetir bilind kir. Dê jinên kurd ji hişmendiya îmha û tunekirinê hesabxwestinê berdewam bikin. Emê di roya Sakîne Fîdan û Leyla de bimeşin.”
Piştî axaftinan mitîng bi konserên Koma Laleş ya Navenda Çand û Hunerê ya Silopiyan, Koma Sorxwîn ya Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn li gel Bêrîvan Arîn berdewam dike.

