Bernameya ‘Her Jinekê Çîrokek Xwe Heye’ dest pê kir

23:04

JINHA


ALMANYA –  Navenda Hevdîtina Jinan Utamara ku li Almanyayê xebatê birêve dibe, 2’yemîn bernameya ‘Her Jinekê Çîrokek Xwe Heye’ pêktîne. Jin dê bi berhemên xwe trajedî, êş, hêvî, hezkirinên xwe yê ku heya niha neanîne ziman dê bînin ziman.


Starta 2’yemîn bernameya ‘Her Jinekê Çîrokek Xwe Heye’ ya Navenda Hevdîtina Jinan Utamara ku li Almanyayê xebatên jinan birêve dibe 25’ê Mijdarê dest pê kir. Di 1’emîn bernameyê de herî zêde li herêm û Tirkiyeyê serlêdana jinan pêk hat. Her wiha berhemên ku salên borî hatî kom kirin dê di pirtûkê de bên komkirin û dawiya mehê de bê weşandin.


Navenda Hevdîtina Jinan Utamara bi dirûşma “Her Jinekê Çîrokek Xwe Heye” bernameya xwe da destpêkirin û wiha bang li jinan kir: “Her jinekê gotinek heye ku ji cîhanê re bêje. Di vê bernameyê de trajedî, êş, bêrîkirin, xuroş, keyfxweşiyên nehatine gotin û xeyalên ku hêjan nehatine ziman em kom dikin û wisa derdikevin rê. Seruvena wêjeyê ku di sala 2011’an de dest pê kir,  îsal jî di 2’yemîn banga tevlibûna hemû jinên çîrok û helbest hez dikîn dikin.”


Mercên tevlîbûnê wiha ye:


-Di vê pêşbirkê de çîrok û helbestên li ser jinê hatine nivîsîn. Pêwîste çîrok û helbest beriya niha li tu derê nehatibin weşandin.


-Beşdarvan tenê dikarin bi du çîrok, yan jî bi du helbest her wiha yan jî bi çîrok û helbestekê dikarin tevli bibin. Helbest û çîrokên tên hilbijartin di serî de beşdarvan di pejirînin ku bê weşandin. Li ser daxwaza beşdarvana dikare nivîs bi navek cûda bên weşandin.


-Dikarin çîrokan bi nivîsa dest yan jî komputerê binivîsin.


-Çîrokan dê bişînin navnîşan jêr.


-Kesê bi helbest yan jî çîrokê tevlî şahiyê dibe, pêwîste nav, paşnav, navnîşan û kurtê jiyana xwe binivîse.


-Zimanên beşdarbûnê kurdî, tirkî û elmaniyê.


Dîroka dawî ya beşdarbûnê: 1’ê sibata 2013


Dê encama şahiyê 1’ê Adara 2013’ê were aşkera kirin.


Navnîşan: Frauenbegegnungsstatte


UTAMARA


‘Pêşbirka çîrokan’


In der Stehle 26


53547 Kasbach-Ohlenberg


 


Tel. 0049 (0) 2644-602424


Her wiha berhemên ku derketî holê dê rojname û kovaran jî bê weşandin.


(la)