Bi boneya 8’ê Adarê Heyeta Jinan ji Herêma Federal a Kurdistanê hat
16:00
JINHA
ŞIRNEX – Bi armanca tevlîbûna mitînga 8’ê Adarê ya ku dê li Amedê bê li daristin, ji Herêma Federala Kurdistanê Heyetek ya ku ji 20 jinan pêktên li Deriyê Xabûr re derbazî Tirkiyê bûn. Heyet bi durşima “Jin jiyan azadî” hatin pêşewazî kirin.
Bi armanca tevlîbûna mitînga 8’ê Adarê ya ku dê li Amedê bê li daristin, ji Herêma Federala Kurdistanê Heyetek ya ku ji 20 jinan pêktên li Deriyê Xabûr re derbazî Tirkiyê bûn. 20 jinên siyasetmendarên kurd yên ku di saziyên cuda de cîh digirin ji aliyê aktîvîstên DOKH’ê û Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Silopiya yê Emîne Esmer ve hatin pêşewazîkirin.
Jin paşê derbazî avahiya BDP’ê ya bajaroka Beşverimli bûn. Li wê Heyet bi durşimên “Jin jiyan azadî” û “Ocalan” bi germahî hatin pêşewazî kirin. Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Faysal Sarîyildiz 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Heyeta Jinên ji Herêma Federala Kurdistanê hatin pîroz kir û got: “Êdî tu wateya sinurên ku navbera kurdan de hatî honan nemaye. Em bi saya bedelên ku kurdan dane hatine vê rojê. Ji ber vê jî ji bo yekîtiya kurdan rolê jinan yê giring heye. Tkoşîna ku kurd didin û şoreşa Rojava ji aliyê her kesê ve tê dîtin. Ez hevalên me yên jin yên ku li Rojava tekoşînê dikin silav dikim.”
Heyet ji bo tevlî mitînga 8’ê Adarê ya Cizîrê bibe ketin rê.

