Bi boneya 8’ê Adarê TGS'ê pêşangihek ya wêneyan vekir
16:19
Adar
7
/ 2014
JINHA
ENQERE – Ji aliyê Komisyona Jinan ya Şaxa TGS’ê ya Enqerê ve bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pêşangihek ya wêneyan hat vekirin.
Ji aliyê Endamên Komisyona Jinan ya Şaxa Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye yê (TGS) ê ya Enqerê ve bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pêşangihek ya wêneyan ya bi navê “Di Çavên Rojnamegerên Jin de kolan û Jiyan” hat vekirin. Pêşangiha ku li kolana Yuksel ê hat vekirin gelek wêneyên rojnamegerên jin kêşane têde cih girtin.
Pêşangeh dê heta 8’ê Adarê vekirî bimîne.

