Li Rojava Şahiyên 8’ê Adarê didomin

16:46

JINHA


KOBANÊ- Di Çarçoveya çalakî û şahiyên 8`ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê didomin. Jinan şahiyên xwe bi rengê xwe  lidar xistin.


Kobanê


Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger a Herêma Kobanê duh li pêşiya Saziya Zimanê Kurdî bi boneya roja 8`ê adarê 


 


Roja Jinan a Cîhanê şahiyek lidar xist. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê hate destpêkirin. piştre Endam û Rêvebera Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger a Herêma Kobanê Bêrîvan Koçer axivî û 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên cîhanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.


Piştre peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya derbarê 8`ê Adarê de şandibû, hate xwendin.


Şahî piştre veguhezî meşeke girseyî û jinan di meşa xwe de bi rengên xwe, cilên herêmî, alên kurdî, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û meşeelan di nava kolanên bajêr de meşiyan.


Li aliyekî din bi heman munasebetê endamên Yekîtiya Star yên gundê Eyn El-Bet ê rojhilatê Herêma Kobanê şahiyek lidar xistin.


Bi sedan jin bi rengên xwe û cilên herêmî beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de alên kurdî û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartek bi nivîsa “Bi jinên Azad ber bi neteweya demokratîk ve” hatin rakirin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê hate destpêkirin. Di vê şahiyê de Endama Yekîtiya Star Newroz Kobanî axivî û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û da zanîn ku jinan, şoreşa 19’ê Tîrmehê kirin şoreşa azadî, rûmet û vîna gelê Kurd.


Newroz Kobanî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku bê jin şoreş bi ser nakeve got: "Niha jinên Rojava di hemû qadên jiyanê de cih girtine û serkêşiyê dikin."


Piştre li ser navê gundên rojhilatî herêma KobanêEndama Rêveber a Yekîtiya Star Lutfiyê Mehmûdû li ser navê Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Cîhan Ehmed axivîn. Di axaftinan de hate diyar kirin ku pîrozbahiyên wan ne tenê ji bo 8’ê Adarê ne, lê belê ji bo hemû tevger, têkoşîn û şoreşa wan e. Di axaftinan de her wiha hate destnîşankirin ku ev destkeftiyên jinan li Rojavayê Kurdistanê bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine bi destxistin.


Şahî bi stranên koma Berbang û dîlanê bi dawî bû.


Til Temir


Bi heman munasebetê Yekîtiya Star û Tevgera Çand û Hunerê yên bajarê Tiltemir li navenda Şehîd Şînda ya Zimanê Kurdî bi beşdariya sedan jinên Kurd, Ereb û Asûrî li bajarê şahiyek lidar xist.


Meydana şahiyê bi alên kurdî, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên piştgiriya têkoşîna jinan, hate xemilandin.


Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê hate destpêkirin. Piştre Endama Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Bêrîvan Amarkî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê 8’ê Adarê de xwend.


Şahî bi stranên Komên Şoreş û Tolhildan û dîlanê bi dawî bû.


Dirbêsiyê


Li bajaroka Ebo Rasên a girêdayî bajarê Dirbêsiyê jî bi heman munasebetê Yekîtiya Star şahiyek lidar xist.


Qada şahiyê bi alên Yekîtiya Star û TEV-DEM’ê hate xemilandin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê hate destpêkirin. Piştre Endama Rêveber a TEV-DEM’ê Zozan Kobanî axivî û 8’ê Adarê li beşdaran û hemû jinên cîhanê pîroz kir.


Zozan di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “8’ê Adarê ji bo jinan rojeke taybet û pîroz e. em bi vê munasebetê bang li hemû jinan dikin ku beşdarî nava xebatên têkoşînê bibin û bi rola xwe ya dîrokî rabin.”


Piştre peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê 8’ê Adarê de hate xwendin. Her wiha piştî wê şanoyek derbarê bazirganiya jinan, ji aliyê Koma Zîlan ve hate pêşkêşkirin. Piştre koma Şehîd Canda hin dîmenên folklorî pêşkêş kir.


Şahî bi stranên koma Xemgîn û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û dîlanê bi dawî bû.


Tirbespiyê


Li bajarê Tirbespiyê Yekîtiya Jinên Suryanî duh bi heman munasebetê li navenda xwe şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bi dehan jin bi rengên xwe û cilên herêmî li rex gelek rêxistinên jinan beşdar bûn.


Di şahiyê de alên Partiya Yekîtiya Jinên Suryanî û pankartek bi nivîsa “tundî û tunekirina jinan civakeke ji hevketî ava dike", " jin aştî û jiyan e", " çima li dijî jinan tundî" û "jinên azad civaka azad û kesayeta azad diafirîne."


Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê hat destpêkirin. Piştre li ser navê Komeleya Çandî ya Yekîtiya Suryanî Heyat Yûsif, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Lorîn Elî, li ser navê Yekîtiya Star Mekrîme Yûsif, li ser navê Komîteya Jinan a ENKS’ê Şahnaz Yûsif û li ser navê Ciwanên Suryanî Marî Henna axivîn.


Di axaftinan de 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê hate pîrozkirin. Her wiha hate destnîşan kirin ku ev roj bi saya xebata têkoşerên ku ala azadiyê bilind rakirin, hatiye.


Şahî bi stranên Koma Meriyana ya Jinên Ciwan û dîlanên folklorî bi dawî bû.


Heleb


Li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jî endamên Yekîtiya Star vexwendiname ji bo beşdariya şahiya 8’ê Adarê ku dê sibe were lidar xistin, belav kirin.