Li Îdir û Wanê 34 kes hatin binçavkirin

12:11

JINHA


ÎDIR/WAN – Li Wan û Îdirê Yekîneyên Midûriyeta Polîsan serê sibê bi ser avahiya şaredarî û gelek mal û saziyên din de di bin navê ‘KCK'ê’ de lêgerin pêk anî û di serdegirtinan de herî kêm 34 kes hatin binçavkirin.


Li Îdir û Wanê serê sibê ji hêla Yekîneyên Midûriyeta Polîsan bi navê ‘KCK’ê’ operasyon pêk hat û gelek xebatkar, endam û rêveberên BDP’ê hatin binçavkirin. Li Wanê 19 û li Îdirê jî 19 kes hatin binçavkirin. Her wiha lêgerîna li avahiyan didome.


Li Îdirê serokê Meclisa Giştî Cengîz Savaş, endama meclisa şaredariyê Guzel Onder, endama meclisa şaredariyê Elîf Daggol û Ahmet Adiyaman, serokê BDP’ê yê berê Kadîr Ozsular, Ayşegul Yaşar, Ferzende Abay, endamê meclisa Halfetiyê Ahmet Samtaş, delegeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hasan Sapa, Cahît Aydin, Sadik Onder û kesî ku hej başnavê wî nehat zanîn û xebatkarê Navenda Giştî yê BDP’ê Hamza hatin binçavkirin.


Seroka Giştî ya Meclisa Bajar Semîra Varli, endamê Meclisa BDP'ê Huseyîn Dag, cîgirê şaredar Selîm Bozyîgît, şaredarê Eganîsê Veysel Keser, şêwirmendê şaredar Saît Kantarcioglu, endamê Meclisa Bajar a Wanê Senar Elter, hevserokên BDP'a Wanê Fevziye Şîran, Yakup Ataş Rêveberê BDP'ê Naîf Ograş, Habîb Abî, rêveberê BDP'e yê berê Naîm Işik, Nacî Erkol, Îbrahîm Alkan, Îhsan Arslan, Îsmaîl Demîr, Muselma Pala, serokê BDP'a Elbakê Salahattîn Bozkurt, mamosteyên Mala Piştgiriya Perwerdehiyê yê berê Nimet Ege û Meral Gungor li Wanê hatin binçavkirin.


Her wiha polîsan bi ser depoyên şaredariyê, rehabilitasyona navenda sewalan, Midûrtiya Îmarê, amîrên şaredariyê û malên xebatkarên şaredariyê, endam û rêveberên BDP’ê, buroya ajansa DÎHA’yê û Nûnertiya Rojnameya Azadiya Welat a Wanê  de girtin.


(gk/la)