'Min fikra ku dibêje jin nikare qehweyekê veke hilweşand'

08:29

Bêrîtan Elyakut - Şehriban Aslan/JINHA


AMED – Şengul Eren ya 43 salî berî niha 7 salan hevserê xwe winda kiriye. Kurek yê Şengul ê li zanîngihê dixwîne û 3 keçên wê jî  Dibistanan Amadeyî dixwînin. Şengul hem ji bo aboriya mala xwe û hem jî ji bo zarokên xwe bide xwendin qehwe vekiriye.  Şengul li cihê karê xwe bi tena serê xwe di xebite. Şengul diyar kir ku di nava çend mihan de karek wiha pak kiriye ku gelek mişterî ji bo xwe peyda kiriye.


Şengul Eren ya ku hevserê wê  berî niha 7 salan jiyana xwe ji dest daye. Piştî mirina hevserê xwe Şengulê ji bo debara zarokên xwe gelek karên weke muhasebe û emlakcîtî kiriye.  Şengul biryar da ku ji bo debara zarokên xwe bi xwe bixenbite. Kurek yê Şengulê di Zanîngeha Hatayê de dixwîne û 3 keçên wê jî Dibistana Amadeyî dixwînin. Şengul li semta Baglaran ya Amedê de dijî. Şengulê bînaya ku têde dijî di qata bini ya heman bînayê de qehwe vekiriye. Şengul hem di qehweya xwe de ocaxiyê dike û hem jî garsoniyê dike. Di dema betlaneya dibistanê de zarokên wê alîkariya wê dikin. Şengul da zanîn ku dema wê xwestiye kar bike zarokên wê jî alîkari danê.


‘Jinek qehweyê veke ecêb dihat dîtin’


Şengul destnîşan kir ku wê di piraniya jiyana xwe de zoriyên aboriyê jiyan kiriye. Şengul derbirî ku gelek caran pere deyîn kiriye û di dema deynê xwe razandinê de zorî kişandiye. Şengul diyar kir ku keça wê mamostahiya Elmanî qazanc kir lê ji ber astengiyên aborî nekarî bixwîne û got: “Ez difikirm ku ezê çawa hinek rewşa xwe ya aborî baş bikim û zarokên xwe bidim xwendin. Min dev ji karên xwe yên dinê berda û min biryar da ku ez qehweyê vekim. Lê weke jinek kirina vî karî ez pir dam fikirandin. Lê didawiyê de min biryar da û vekir.” Şengul da zanîn ku ev du mehin wê qehwe vekiriye, lê ji aliyê jinan ve bi erênî nahatiye pêşewazî kirin.


‘Min fikra ku dibêje jin nikare karek wiha bike hilweşandiye’


Şengyl anî ziman ku wê nêrîna derdor ya ku jin nikarin karek wiha bikin şikandiye û got: “Ji ber ez vî karî dikim pir şanazim. Niha her tişt bi dilê min diçe. Mişteriyên min hemû weke malbat nêzî min dibin û pir bi rêzdarî nêz dibin. Ez ji mişteriyên xwe bertekên erênî digirim. Muşteriyên min pir bi min bawerin û ez jî hewil didim ku xizmeta herî baş ji bo wan bikim. Ji ber min karek baş kir û hew nêrînên wan yên xirab yên li hemberî xwe hilweşand niha her kes baş nêzî min dibin. Ez firaxan û derdor baş paqiş digirim. Ev jî xweşa mirovan diçe û her roj ez berewpêş diçim.”


‘Ez dikarim bikim ango jinek dikare vî karî bike’


Şengul anî ziman ku ew dixwaze hemû jin bê tirs kar bikin, dê di karê xwe de serkeftî bin. Şengul destnîşan kir ku divê despêkê jin baweriya xwe bi xwe bînin û bêjin ‘Ez dikarim bikim’ bi vî awayî nêzî xwe û karê xwe bibin. Şengul derbirî ku wê bi sekna xwe bi her kesê da bawerkirin ku jin dikare hemû karan bikin û got: “Heger rêzdarî û heskirina mirovan li hemberî wan û karê wan hebe dê berdewama wê jî bê û dê her kes bertekên erênî nîşan bidin. Dema ku jinan karek kir bê tirs bikin. Beriya her tiştî bawerî bi xwe anîn giringe.”