Li Erxeniyê pîrozbahiya 8’ê Adarê
10:31
JINHA
AMED – Bi boneya 8’ê Adarê li Erxeniyê şahiyek hat li darxistin. Di şahiyê de Parlementera BDP’ê Nursel Aydogan axivî û got: “Heger ku îro jinên kurd qala azadiyê dikin, em deyîndiyarê hevalên xwe yên ku di vê riyê de ked danenin.”
Ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê ve bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Navçeya Erxeniya Amedê şahiyek hat li darxistin. Şahî li Salona Dawetê ya Aynyr Sari ya li taxa Fevzi Çakmak hat li darxistin. Di şahiyê de de Parlementera BDP’ê Nursel Aydogan, Namzeta Hevşaredara Erxeniyê Aygun Taşkin jî di navde bi hezaran jin li cihê şahiyê amade bûn. Li qada şahiyê posterê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û wêneyên 3 jinên siyastevanên kurd yên ku li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin vekirin. Jinan bi kincên xwe yên netewî reng dan qada şahiyê. Di şahiyê de panqartên weke “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve”, “Di riya Bêrîtan û zîlanan de bi eşqa azadiyê emê demokrasiyê ava bikin”, “Bi şaîra Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve emê desturê nedin qirkirinên jinan” û “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” hatin vekirin. Li jinên ku tevlî şahiyê bûn laçik hatin belav kirin û paşê jî jinan ji bo azadiya jinên girtî û Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan îmza avêtin. Şahiyê bi deqeyek rêzgirtina li ser giyanê jinên ku di riya tekoşîna jinan de jiyana xwe ji destdane despêkir. Jinan din ava şahiyê de dem dem durşimên weke “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” bilind dikirin.
‘Emê Erxenî bikin bajarê jinan’
Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Erxeniyê Aygun Taşkin balkişand li ser pergala hevserokatiyê û got: “Emê bi hevre Erxenî bikin bajarê jinan. Emê bi rengê jinan derdevin pêş.” Parlementera BDP’ê Nursel Aydogan jî got: “ Heta berî niha 20 salan jî di Kurdistanê de navê jinan nebû. Heta wê demê jî jinan li taxa kul ê jiyan dikir yan jî li gundê kul ê jiyan dikir wekedinê cihek nedidîtin. Lê niha jin li qadan û kolananin. Bi hezaran jin ji bo azadiya jinan û azadiya gelan li serê çiyanin. Em bi hêsan nehatin van rojan. Heger ku îro jinên kurd qala azadiyê dikin, em deyîndiyarê hevalên xwe yên ku di vê riyê de ked danenin. Di kesayeta Sara de em bejna xwe li ber hemû şehîdên jin ditewînin.”
Şahiyê bi pêşandana sînevizyonê û di dawiyê de jî li ber dengê mizîkê dîlan hat gerandin.

