Ji niha de jinên Nisêbînê ber bi qada mitîngê ve diherikin

11:18

JINHA


MÊRDÎN- Amadekariyên mitînga Nisêbînê ya ku bi armanca 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi tevlîbûna hemû jinên Mêrdînê û navçeyên wê dê bê li darxistin qediyan. Ji nihade herikîna jinan ya qada mitîngê despêkir.


Weke di gelek bajarên herêmê de li Mêrdînê jî kolecana 8’ê Adarê bê navber berdewame. Îro li Qada Newerozê ya Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ni tevlîbûna hemû jinên Mêrdînê 3u navçeyên wê mitînga fînalê tê li darxistin. Derdora Qada mitîngê û li tevahiya bajêr ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêç kirin. Jinên ku bi kincên xweyên netewî û di destên wan de jî alayên DOKH’ê hene ji niha de diherikin qada mitîngê. Ji Mêrdînê û navçeyên wê jin dikevin nava Nisêbînê ber bi qada mitîngê ve diherikin.


Li aliyê dinê jî Heyeta Jinên Rojava ya ku dixwestin tevlî mitîngê bibin û li ser sinur dihatin asten kirin derbas bûn. Çav li rêye ku Heyeta Jinên Rojava jî tevlî mitîngê bibin.