Li Amedê meşa 8’ê Adarê despêkir
12:24
JINHA
AMED – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Meydana İstasyonê ya Amedê mitîng tê li darxistin. Bi wê armancê jinên Amedê li Deriyê Rihayê kombûn û ber bi qada mitîngê ve meşek li darxistin.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Meydana İstasyonê ya Amedê mitîng tê li darxistin. Hîna niha jinên Amedê ber bi qada mitîngê ve herikîn. Jinên Amedê yên ku li Deriyê Rihayê yê li semta Surê kombûn û ber bi qada mitîngê ve dest bi meşê kirin. jin bi kincên xwe yên netewî tevlî meşê bûn. Jinan di meşê de panqartên weke “Rêya qiralîçeyan rêya meye” û dovîzên weke “Emê xwezaya jinan biparêzin”, “Heger jin azad bibe dê civak jî azad bibin” û “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” hatin hildan. Herwiha dovîzek ku navê jinên girtî li ser hatibûn nivîsandin hatibû vekirin. Li gel dovîzek li aliyek yê wê nivîsa “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” û li aliyê dinê jî wêneyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez cîh digirt hatibû hildan. Meşê bi erbaneyê despêkir. Her wiha di meşê de jinan kincên renga reng li xwe kiribûn. Di meşê de filamayên kesk, sor û zer li gel alayên DOKH’ê rengê buharê dayîn meşê. Di meşê de jinan bi çepik lîlandin û durşmên weke “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” diqêrin. Hemû saziyên jinan bi rengên xwe û panqartên xwe tevlî meşê bûn. Meş berdewam dike.
Astengiya polîsan ya li hemberî panqartê!
Li gel vê jî jin diherikin Qada İstasyonê. Jin bi durşmên wekek “Jin jiyan azadî” û lîlandinan diherikin qadê. Li çaryana ber bi qada mitîngê ve cihê venêrînê heye. Her wiha polîsan destur nedan ku li qada mitîngê posterê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û durşmên nivîskî bên hildan. Dema ku Komîteya Amadekar ya mitîngê destur nedan ku polîs derkevin ser dikê û wêneyan bigirin nîxaşan despêkir.
Qada mitîngê vegeriya rengê bûharê
Amadekariyên li qada mitîngê berdewam dikin. Li qadê rengên kesk, sor, zer, alayên DOKH’ê li gel wêneyên 3 jinên siyasetvanên kurd yên ku li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hildan. Li qadê panqartên weke “Sara Bojbîn Ronahî jin jiyan azadî”, “Ji nelirêtî talan û metîngeriyê re na”, “jina herî xweşik jinan ku jiyana wê azade”, “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve, Ozgur Kadınla Demokratik ulus, Bi Ceniyane Azad ver bi Neteva Demokratîk”, “Emê hemû deshilatiya li ser jinan û xwezayê rakin û azad bikin", “Destê xwe ji ser xwezaya min rake li Hewselê xwedî derkeve” û “Deste xo xozaya min ser ra veda ro Hewsele wayîr biyeci” bi du zaravayên kurdî kurmancî û kurmanckî li gel tirkî hatin vekirin. Li qada mitîngê jî panqartên bi rengê mor yên bi sernivîsên weke “Muzaker aniha!” û Muzakere hemen şimdi!” hatine vekirin.

