Li Tilqebîn 8’ê Adarê bi coş tê pîroz kirin
13:31
JINHA
ŞİRNEX – Bi boneya 8’ê Adarê li bajaroka Tilqebîn ya girêdayî Navçeya Silopiya ya Şirnexê şahiyek hat li darxistin. Di şahiyê de bi hezaran jin kombûn.
Ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê ve li bajaroka Tilqebîn ya Navçeya Silopiya ya Şirnexê şahiyek hat amade kirin. Şahî bi şîara “Bi jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” hat amade kirin. Jinên bajaroka Tilqebînê bi kincên xwe yên regîn qada şahiyê xemilandin. Li qada şahiyê panqartên weke “Bi rêxistinê emê têbikoşin bi tekoşînê emê dawî li şideta li ser jinan bînin” û “Jin jiyan azadî” hatin vekirin. Li qada şahiyê posterên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û 3 jinên siyasetvanên kurd yên ku li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hildan. Di şahiyê de Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya bajaroka Tilqebînê Rabia Takas, Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Silopiya yê Emîne Esmer, aktîvîstên DOKH’ê û Mejlisa Dayîkên Aştiyê jî di nav de bihezaran jin herikîn qada şahiyê. Jinên ku qada şahiyê bi deng û rengên xwe dagirtine dem dem durşmên weke “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” û Bê Serok jiyan nabe” tên bilind kirin. Li qada şahiyê alayên BDP , DOKH’ê û filamayên kesk, sor û zer hatine bilind kirin.
‘Jinên kurd bi hêsanî nehatine van rojan’
Şahiyê bi deqeyek rêzgirtina li ser giyanê jinên k udi tekoşîna jinan de jiyan xwe ji destdane hat despê kirin. Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya bajaroka Tilqebînê Rabia Takas 8’ê Adarê li jinên qadê pîroz kir û got: “Di vê pêvajoyê de roleke giring dikeve li ser milê jinên kurd. Em jî divê lig ora vê bi fedekarî û hêzeke mezin karê ku dikeve li ser milê xwe pêk binin. Weke tê zanîn jinên kurd hêsan nehatine van rojan. Em bi bedel û kedek mezin li îro li vê qadê azadiya xwe û Rêber Apo dixwazin. Em soz didin Zîlan, Bêrîtan, Sarayan, Fîdanan û Leylayan ku emê di rêya wan de bimeşin. Em ji ew rêya wan nîşandaye venegerin.”
‘Ji nû ve wate hat dayîna jiyana jinên kurd’
Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Silopiya yê Emîne Esme jî got: “Jinên kurd yên kul i derdora İdeolajiya Rizgariya Jinan kilît bûne ji nû ve wate dane jiyanê. Ji bo jin bi rengê xwe jiyanê azad bikin bedelên mezin hatine dayîn. Em jî li vê derê careke dinê girêdana xwe didin diyar kirin. Emê di rêya Bêrîtanan, Zîlanan û Sarayan de bi gavên ji xwe bawer û bi baweriya azadiyê bimeşin. Jinên kurd gotina ku ji bo jinên cîhanê bêjin di serî de gotine. An azadî an azadî.”
Piştî axaftinan peyama ku Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan bi boneya 8’ê Adarê ji bo jinan şandî ji aliyê aktîvîstên DOKH’ê ve hat xwendin. Şahî bi govenda li ber mizûka Koma Welatê Rojê berdewam dike.

