Jinên Wanê bi boneya 8’ê Adarê bir bi Kelha Wanê ve dimeşin
13:57
JINHA
WAN – Li Wanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jin li derdora Kelha kevnare ya kombûn û Azadiya Ocalan xwestin.
Bi armanca mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya Wanê jinên Wanê li nêzî Emniyeta kevin kombûn. Jin ber bi Qada Newerozê ya li ber etegê Kelha Wanê meşiyan. Jin bi kinên xwe yên rengîn û di destên wan de jî flamayên kesk, sor û zer heyî dimeşin. Jinan panqartên bi sernivîsên weke “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” hilgirtine û di tevahiya meşê de jin durşmên weke “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” bilnd dikin. Dema ku jin ji cihê polîsan derbasbûn û ketin qadê, qada mitînê vegeriya rengê xwezayê yê weke gulan. Di ketina qadê de jinan bertek nîşanî polîsên mêr dan û niha ketina qadê ji aliyê jinên DOKH’ê ve tê nêrîn. Di destên jinan de flamayên DOKH’ê û posterên 3 jinên siyasetvanên kurd yên ku li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hene. Jin dem dem durşmên girêdayî Serokê PKK’ê bilind dikin. Qada mitîngê bi balonên kesk, sor, zar û alayên BDP’ê yatiye xemilandin. Her wiha li qada mitîngê panqaratên weke “Muzakere hema niha” û “Dem dema azadiya Seroke” hatine vekirin. Li qadê zarokên bi kesk, sor û zer hatine xemilandin hene. Jin bi coş û kelecan 8’ê Adarê li hev pîroz kirin.

