‘Hêvî bû rêhevalê min’

12:23

 


Zehra DOGAN Mizgîn TABU / JINHA


AMED – Fîlma ‘Guzellîgîn On Par Etmez’ di Mîhrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn de 6 caran xelat girt, derhênerê fîlmê Huseyîn Tabak (31) bi çawê zarokekî 12 salî fîlm çêkiriye. Huseyîn Tabak wiha got: “Di dema bêçareseriyê de rêhevalê min tenê hêviye. Min xwest ku jiyana zarokekî bi nêrîna zarokekî bînim ziman.”


Huseyîn Tabak bi serkeftina fîlmên xwe yê bi metraj dirêj û kurtefîlman tê nasîn.  Fîlma herî dawiyê ya bi navê ‘Guzellîgîn On Para Etmez’ rastî eleqeyeke mezin hat. Bi çavê zarokekî 12 salî koçberiya malbatekî tîne ziman. Zarokê 12 salî bi malbata xwe re ji herêmê koçberê Awusturyayê dibe. Ev fîlm di 49’emîn Mîhrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn de xelata ‘Fîlmê herî baş’, ‘Senaryoya herî baş’, ‘Lîstîvanê mêr a herî baş’, 'Alîkara lîstîvanê jin a herî baş’, 'Kurguya herî baş’ û ‘Xelata Taybet a Juriyê’ bi tevahî 6 xelat girt. Derhêner Huseyîn Tabak, nêrînên xwe JINHA’yê re vegot.


Zarokê 12 salî


Huseyîn 2 sal beriya niha ji bo klîbek berê xwe da gundekî Mereşê. Di klîbê de zarokek lîst û Huseyîn ji çîroka vî zarokê bi bandor bû û dest bi nivîsa çîroka ‘Guzellîgîn On Par Etmez’ dike. Huseyîn wiha nêrînên xwe anî ziman: “Dayikek ji bo vîzeya kurê xwe bigire 4 salan dikeve nava hewldanan. Dayika ku li Almanyayê dijî ligel hewldanên xwe nikare kurê xwe bibîne. Fîlm, qala vê çîrokê dike.  Zarokê 12 salî bi xeyalên Almanyayê dijî. Ez jî dema çûm Almanyayê ketim şûna vî zarokê û ez fîkirim ku heke ev zarok bê dê çawa bijî. Her wiha bi stranên Aşik Veyselê xeyalan dikim.”


‘Ez wekî zarokekî fikîrim”


Derhener Huseyîn, da zanîn ku bi çav û nêrînên zarokekî fîlm çêkirin girîng bû û wiha got: “Ji bo fîlmek wisa divê tu wekî vî zarokê bifikirî û binerî. Min dikarî qala dayik û bav jî bikira lê zarok bêtir balê dikişand. Di dema bêçareseriyê de rêhevalê min tenê hêvî bû. Di fîlmê de zarok her tim karekterekî têkoşer û bi hêviye. Di destpêka fîlmê de kesek nizane ku bav demen borî gerîla bûye. Ev beş pir rihet nayê keşandin. Di destpêke de bav pir herse, ji ber ku gelek tişt jiyaye. Demên borî gerîla bûye, ketiye girtîgehê, rastî îşkenceyê hatiye. Li hemberî derdorê bêdeng û bi hers e. Lê ligel hersbûna bav zarok bêtir derdorê re germ nêz dibe.”


Huseyîn, di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêka kurd û da zanîn ku bi sala ne pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Derhêner, got ku ji bo aştiyê divê her welatiyek bikeve nava hewldanan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê di dersên dîrokê yê Tirkiyeyê de çend qala serkeftinan tê kirin divê qala qetliam û komkujiyan jî bê kirin. Dema ez li Almanyayê diçûm dibistanê mamosteyên me qala kuştina cihûyan dikir. Divê li Tirkiyeyê jî rastî bê gotin.”


Kamera: Mizgîn Tabu


Wêne: Zehra Dogan


(zd/gk/la)