Taş ê li Elmanya parlementer û hevzayend e: Xwedîderketina li nasnama xwe pir girîng e

11:58

Hulya ADIYAMAN


 


ELMANYA – Yekem endamê bi eslê xwe kurd e û nasnameya wî ya zayendî hevzayend ê Parlementoya Elmanyayê Hakan Taş, dibêje ku “Li Tirkiyê û Kurdistanê hejmara mirovên bi nasnameya xwe ya hevzayendî dibin mînak, gelek kêm e. Lê ev, di aliyê xwe aşkerakirinê de gelek zehmetî dikşînin. Nexwe dema ez nasnameya xwe ya hevzayendî bi awayekî aşkera bijîm, dê ev kes wêrek bibin. Êdî zêdetir mirov dê xwedî li nasnameya xwe derkevin û biwêribin.”


 


Bijîşk û seksologê elman Magnus Hirschfeld, di sala 1914’an de berhema xwe ya bi navê ‘Hevzayendiya Jinan û Zilaman’ weşandibû. Di vê berhema xwe de, girîngiya aşkerakirina nasnameyê ya hevzayendên jin û zilamên di mewqiyên siyasî, polîtîk û civakî de, destnîşan kiribû. Magnus Hirschfeld, anîbû ziman ku ev ji bo qenciya hevzayendî û mafên hevzayendan li ser parlementeran û civakê bandoreke erênî bike, gaveke girîng bû. Dema ku Nazî bûn desthilatî, li Elmanyayê nêzî milyonek hevzayend hebûn. Naziyan, hevzayend wekî mirovên ku dê zirarê bidin mezinatiya nîjada Arî dîtibûn û ji ber vê yekê jî, vê zayendê kiribûn çarçoveya sûc. Bi hezaran hevzayend, ji ber qanûnên ku li dijî nasnameya wan a zayendî ye, hatin binçavkirini. Piraniya wan hatin girtin. Bi hezaran hevzayendên şandin kampên komkirinê, li van deran ji ber birçîbûn, lêdan û îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan. Hevzayend ji bo ku bi hêsanî bên nasîn, her yek ji wan bi mohrên pembe yên sêgoşe hatin mohrkirin. Piştî bidawîbûna Naziyan, Elmanyayê demeke dirêj vê zilmê ji nedîtî ve hat. Ev mijar, piştî sala 1985’an, li Elmanyaya Rojhilat hat rojevê. Ji bo hevzayendên hatine qetilkirin, li Berlînê bîrdariyek hat vekirin. Hikûmeta Elman, ji ber zilma ku Naziyan li hevzayendan kiriye, di sala 2002’yan de bi awayekî fermî lêborîna xwe ji wan xwest. Hevzayend hê jî li gelek deverên cîhanê, ji bo ku nasnameya wan a zayendî bê nasîn, di bin bana komele, rêxistinên civakî yên sivîl û înisiyatîfan de têdikoşin. Li Hollandayê jî hevzayendan gelek mafên xwe bidest xistin. Li Elmanyayê jî, ji bo sererastkirinên qanûnî pêk bên, di parlementoyê de cîh digirin. Hakan Taş jî, tenê yek ji van parlementeran e. Me bi lekem endamê bi eslê xwe kurd e û nasnameya wî ya zayendî hevzayend ê Parlementoya Elmanyayê Hakan Taş re, li ser pirsgirêkên hevzayendan ên li Elmanya û Tirkiyê û çareseriyên van pirsgirêkan, hevdîtin çêkir.


‘Mafê me yê ewlad girtinê tune!’


 


-         Nêzikatiya hikûmet û civaka elman a li hemberî hevzayendan çawa ye?


 


Elmanya, welatê Yekîtiya Ewropayê (YE) ye û li hemû welatên ku endamên YE’yê ne, qanûnên pêşî li derkirinan, hene. Ev qanûnên pêşî li derkirinê digirin, li Elmanya jî derbasdar in. Qanûnên ku divê her welatek pêk bînin. Berî her tiştî, kes nikare mirovan ji ber nasnameyên wan der bike. Dema ku der bike, ev dibe sûc û dewlet neçar e ku vî sûca bişopîne. Ji bilî wê, tevgereke hevzayendî ya ji 150 salî zêdetir e xebat dike, heye. Zanistên zayendî, li ser hevzayendiyê lêkolînan kirine. Berî her tiştî, zayendî mijareke tabu nîne. Mînak li Elmanyayê wezîrê karên derve dikare hevzayend be. Ji Partiya Azad û Demokrat Guido Westerwelle. Ev keseke ku nasnameya xwe ya hevzayendî venaşêre, niha wezîrê karên derve yê Elmanyayê ye. Elmanya, ji eyaletan pêk tê. Serokwezîrê Eyaleta Berlînê Klaus Wowereit, yek ji serokwezîrên ji Partiya Sosyalîst a Demokrat a Elmanya (SPD) ye û nasnameya xwe ya hevzayendî venaşêre. Mînakên vêya gelek in. Xebera civakê ji hebûna hevzayendan heye. Hevzayend xwe venaşêrin. Dikarin xwe bi awayekî aşkera û zelal bînin ziman. Komeleyên wan hene. Şerpezeyên zextên polîsan nînin. Dema mirov bi Tirkiyê re bîne ber hev, azadtir in. Xwedî mafên wekhev in? Mixabin bi tevahî xwedî mafên wekhev nînin. Mînak, mafê zewaca hevzayendî tune, mafê bihevretiya hevzayendî heye. Tu diçî meqamên zewicandinê, lê wekî zewac qeyd nakin, wekî bihevretiya fermî dinvîsin. Hê jî hevzayendên bizewicin, nikarin ji xwe re ewladek bigirin. Bi vî awayî jî, mirov dikare bêje di aliyê qanûnî de hê jî newekhevî hene. Lê di vê hêlê de hem xebatên rêxistinên hevzayendî hem jî siyasetvanên bi polîtîkayê re mijûl dibin, hene. Hêvîdar im ku di salên pêş me de em wekheviyê bi tevahî pêk bînin.


 


 


-         Deriyên parlementoya elman kengê li hevzayendan vebû?


 


Min pirsa ‘Di dîrokê de parlementereke ku hevzayendiya xwe aşkera kiriye heye?’ ji xwe kir. Lê texmîn dikim destpêka salên 90’î bû. Hevalek me yê ji Keskan, hevzayendiya xwe aşkera kir. Yekem parlementerê ku nasnameya xwe ya hevzayendî veneşart û di parlementoya federal de cih girt, ew bû. Piştre, di parlementoyên eyaletan de jî hevzayendan cî girt. Bi ti awayî nasnameya xwe ya zayendî veneşartin. Piştre, kesên di nav hikûmetê de cî digirin, dest bi aşkerakirina nasnameya xwe ya hevzayendî kirin. Wezîrê karên derve, serokwezîrên eyaletan, nasnameyên xwe yên zayendî veneşartin. Bi vî awayî, bi salên 90’î re, li Elmanyayê hevzayendan bêyî ku nasnameya xwe ya zayendî veşêrin, dest bi tevlîbûna siyasetê kirin.


 


‘Bi nasnameya xwe ya hevzayend ketim hilbijartinan’


 


-         Di parlementeriya we de rola nasnameya we ya hevzayend çêbû?


 


Piştî sala 1985’an min di nav tevgera hevzayendî de cîh girt. Destpêkê, min xebatên têkildarî Tirkiyê meşand. Di nav Komîteya Amadekar a meşa ‘Roja Rûmeta Hevzayend’ a yekem a li Tirkiyê de, ez jî hebûm. Ji ber ku teqabulî serdema Komkujiya Sêwazê qewimî hat, di sala 1993’yan de ji aliyê Hikûmeta Tansu Çîller ve hat qedexekirin. Piştî ku hate qedexekirin, di nav komîteya amadekar a hat Tirkiyê de, ez jî hatim girtin. Welatiyê Tirkiyê bûm û hatim dersînorkirin. Bi hinceta ku li derveyî qanûnan tevgeriyaye, welatiyeke Tirkiyê ku nasnameya Tirkiyê pê re ye, dersînor dikin. Ev sîstem wê salê jî hebû, vê salê jî heye. Piştre, li Elmanyayê bi polîtîkayên rêveberên koçber re eleqedar bûm û di vê qadê de bûm pispor. Di heman demê de, xebatên min ên li ser polîtîkaya karên hundir û polîtîkayên parastina makeqanûnê jî hene. Ji ber vê yekê, ji nasnameya min a hevzayendî zêdetir, rola xebatên min ên ku min di vê qadê de kirine, mezin bû di aliyê tevlîbûna min a li siyasetê de. Nêzî 8 sal, li eyaleta Berlînê di konseya koçberî û ahengsaziyê de mam. Alîkarê senator bûm. Li gor texmîna min, xebatên min kirine, bandor kir. Di partiya xwe de, bi nasnameya xwe ya hevzayendî tevlî hilbijartinan bûm. Jixwe dizanibûn ku ez hevzayendek im. Lê ne bawer im ku bandora hevzayendiya min çêbûye. Hevzayendî, ne pêker e li ser bijartin an jî nebijartina min. Em ji ber ku hevzayend in, piştgirî didin xebatên li meclîsê yên bi vî awayî. Di nav koma di partiya me de xebatên ji bo hevzayendan dike de cîh digirim. Ji bo ku hevzayend bibin xwedî mafên wekhev, erkên mezin û girîng bi taybetî jî dikevin ser milê me hevzayendan. Ne tenê hevzayend, divê hemû siyasetvan ji bo ku mirovên di nav civakê de dijîn bibin xwedî mafên wekhev, bixebitin. Ev erka hemû polîtîkavanan e. Ne tenê erka polîtîkavanên xwedî nasnameya hevzayendî ye.


 


Hûn wekî hevzayendek kurd li parlementoyê çawa hatin pêşwazîkirin?


 


Vê yekê li Elmanyayê roleke pir mezin nelîst. Xwepêşandanên kêfxweşiyê yên mezin çênebûn. Lê ji ber ku tekane hevzayendê kurd ê nasnameya xwe ya aşkera veneşartiye li tevahiya cîhanê yekem kesê ketiye meclîsê me, ev ji bo hevzayendên hem li Kurdistanê, hem li Tirkiyê, hem jî li Rojhilata Navîn dijîn, pêşveçûneke erênî ye. Qet nebe, hevalên me dikarin bibînin ku hevzayend dikarin bibin xwedî erk û wêrek bin. Li Tirkiyê û li Kurdistanê gelek hindik kesên ku bi nasnameya xwe ya hevzayendî bûne mînak hene. Pir hindik hevzayendên tên nasîn, dibe ku tên zanîn hene. Lê ev, di aliyê xwe aşkerakirinê de gelek zehmetî dikşînin. Nexwe dema ez nasnameya xwe ya hevzayendî bi awayekî aşkera bijîm, dê ev kes wêrek bibin. Êdî zêdetir mirov dê xwedî li nasnameya xwe derkevin û biwêribin xwe nîşan bidin. Di vê hêlê de girîng e. Lê zêdetir li Tirkiyê û Kurdistanê bû xwedî roleke girîng. Parlementeriya min li Elmanyayê ne ewqas girîng bû. Di çapemeniyê de cîh girt, lê ne wek li Tirkiye an jî Kurdistanê.     


 


‘Li Tirkiyê jî BDP’ê hevzayendan tevlî bernameya xwe kir’


 


-Li parlamentoyê cî girtina hevzayendan (homoseksuelan) guherîneke çawa pêk anî?


    Di civakê de kî bi çi awayî xuya dike gelekî girîng e. Hebûna jinan, hebûna sendîkayan, hebûna hevzayendan, hebûna Elewiyan û hebûna Kurdan… Divê bê zanîn ku mafê wan ê jiyînê heye û divê civak ev tişt qebûl bike. Xebatên bi vî rengî divê bên kirin û civak di her mijarî de bê serwextkirin. Berî her tiştî, zayendiya mirovan divê bi giştî ji tabû bûnê derkeve û ji hêla zayendiyê ve azadiya mirovan divê neyê sînorkirin. Jixwe wextê ku civak di her mijarî de bê serwextkirin, mijara zayendiyê jî pê re pê re tê axivîn.Wextê ku mijarên nasnameyên zayendî bê vekirin, em dikarin li ser homoseksuelan, kesên trans, bîseksuelan an jî aseksuelan jî biaxivin. Dema ku em wekheviyê bixwazin, divê wekî kesên rêxistiyên LGBT’yan berî her tiştî em xwe qebûl bikin, ku di nava xebatan de hûn nikaribin bi vegotineke xweş  xwe baş bidin naskirin û bi dengekî bilind nebêjin “em jî hene”, civak jixwe we qebûl nake.Ji ber vê yekê li gor min, rola siyasetmedaran gelekî girîng e.Berî her tiştî hebûna siyasetmedarên ku xwe qebûl kirine û nasnameya zayendiya xwe tevlî xebatên xwe kirine, ji bo tevgera hevzayendan gelekî girîng e. Çimkî bi hebûna van hevalên me yên siyasetmedar em ê bêtir pêş ve biçin.


 


-Ku em nêrîna Tirkiye û Almanyayê, ya li hemberî hevzayendan bidin ber hev, gelo dê tabloyeke çawa derkeve holê?


   Tevgera hevzayendan li Tirkiyê û li Kurdistanê hîn gelekî nû ye, gavên biçûk hatine avêtin û gavên ku divê bêne avêtin, hîn gelek in. Pêdiviya me bi vekirina saziyên sivîl yên civakî heye. Mesela niha li Enqereyê, li Stenbolê, li İzmîrê, li Antalyayê û li Bûrsayê tevger û rêxistinên hevzayendan hene. Lê îro li Kurdistanê yekem car li Amedê înîsiyatîfeke bi navê HEBÛN vebû. Hebûna van hevalan li Rojhilat û li Başûrê Rojhilatê, ji hêla parvekirin û agahiyan ve gelek û gelek girîng e. Ji bo van hevalên me yên hevzayend di civakê de bêne naskirin û qebûlkirin, rola ajans, kovar û tv’yan gelekî girîng e. Divê ev mijar timî bê rojevê. Berî hertiştî divê hebûna hevzayendan ku di civakê de ne, timî ji mirovan re bê gotin. Ji vê hêlê ve peywireke mezin dikeve ser milê Saziyên Sivîl Yên Civakê. Ez bawer im dê HEBÛN jî bi awayekî baş peywira xwe bicîh bîne. Bi van rêxistinan em ê bêtir pêş ve biçin. Belkî rojekê li Tirkiye û li Kurdistanê jî mafên hevzayendan, wekî li Elmanya û li Ewrûpayê hatiye qebûlkirin, bê pejirandin.


 


-Di Meclîsa Turkiyê de parlementereke hevzayend hebe, dê bandoreke çawa li meclîs û civakê bike?


 


 Di Meclîsa Tirkiyê de kesên hevzayend jixwe hene.Wekî branşên din, siyasetmedarbûn nayê wê wateyê ku ew kes hevzayend nînin. Lê ji bo ku di Meclîsa Turkiyê de parlementerek rabe û bibêje ez hevzayendim, niha hîn zû ye. Xwezî ew qas zû nebûya, xwezî yek ji wan rabûya, hevzayendiya xwe bigota û ji tu kesî veneşarta. Gava ku em li paşerojê dinhêrin, jixwe mijara hevzayendan nehatiye rojevê jî. Qet nebe niha ji partiyên cûr be cûr  parlementerên ku hevzayendiyê, mafên hevzayendan û kesên trans tînin rojevê, hene. Qet nebe pirsgirêkên me tînin ziman. Û ji bo me pêşniyarpirsan didin. Di vê mijarê de hinek partî, mesela BDP, di bernameya partiya xwe de hevzayendan jî anî rojevê. Û wekheviya hevzayendan him diparêzin û him jî tînin ziman.Ev jî ji bo me gaveke gelekî mezin e. Ez bawerim ku di serdemên pêş de, li Tirkiyeke azad û di meclîseke ku xebatên azad dikin de, hevzayend jî dê bi reng û dengên xwe (nasnameyên xwe) di meclîsê de cihê xwe bigirin.


 


‘Hakan Taş kî ye?’


 


  Di sala 1966’an de li Erzîncanê hatiye dinê. Ji malbateke muhaciran e. Di 14 saliya xwe de ji bajarê Munihê koçî Berlînê kir. Perwerdehiya xwe li Berlînê domand. Demeke dirêj rojnamegertiyê kir. Li Elmanyayê wekî endamê Partiya Sosyalîst xebatên siyasî kir. Piştre ev Partiya Sosyalîst bi yekbûna herdû Elmanyayan bi saziyeke nû hat amadekirin û bi navê Dle Linke wekî partiyeke çepgir hat guherandin. Di 18’ê İlona 2011’an de ji vê partiyê wekî parlementer hat hilbijartin.


 


Fotoğraf – Kamera: Hulya ADIYAMAN


Werger: Ruken PEL


JINHA


(ha/hp/xo)