'Jinên çar aliyên Kurdistanê li Amedêne'
16:02
JINHA
AMED – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Meydana İstasyonê ya Amedê mitînk hat despêkirin. Di mitîngê de jinên ji partiyên siyasi yên Herêma Federala Kurdistanê jî tevlîbûn. Din ava jinên Herêma Federala Kurdistanê de rêveberên partiyên siyasi yên weke YNK, Parlementerên Goran, rêveberên PÇDK’ê hebûn. Her wiha jinên Rojava jî tevlî mitîngê bûn û din ava Heyeta Jinên Rojava de jî rêveberên Kantona Kobanê Wehîde Heme û Dalya Mursîn hebûn. Di mitîngê de bi hezaran jin tevlîbûn.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Meydana İstasyonê ya Amedê mitînk hat despêkirin. Pştî meşê jin li qada mitîngê kombûn. Îro li Amedê obobus ji bo jinan bê muçe kar dikin. Ji hemû taxên Amedê jin herikîn qada mitîngê. Jinan bi kincên xwe yên rengîn, çepik û lîlandinên xwe reng dan qadê. Li qada wêneyên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û 3 jinên siyasetvanên kurd yên ku li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatine hildan. Jinan dovîzên weke “Cenî cu azadî”, “Jin jiyan azadî”, “Bi Jinan Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” li gel alayên BDP û DOKH’ê hilgirtine. Jinan zarokên xwe jî bi kincên netewî pêçane û li gel xwe anîne qada mitîngê. Di pîrozbahiyê de Parlementera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak, Namzeta Hevşaredara Baglarê Bîrsen Kaya, Namzeta Hevşaredara Lîcê Rezan Zogurlu, namzetên hevşaredarên navçeyên Amedê amade bûn. Her wiha jinên ku ji nava partiyên siyasi yên Herêma Federala Kurdistanê ji nava PÇDK, YNK û ji Parlementoya Kurdistanê, Parlementerên Goran hatine jî amade bûn. Polîtîkaciyî û rojnamevanên ji Tunusê tevlîbûn. Ji Rojava ji Kantona Kobanê Vahîde Hamî û Dalya Muhsid tevlîbûn. Beşdara van bi qurnefilan daketin li ser dikê û jin coşandin. Bi hezaran jin bi durşmên weke “Bijî Serok Apo”, “Hezar silav ji İmrali yê ku jin ji nû ve afirandî re” û “Jin jiyan azadî” bi yek dengî diqêrin. Di qada mitîngê de din ava bi hezaran jinan de aktîvîstên TMMOB, LGBTİ û gelek jinên kedkar jî hene. Her wiha li qadê ji bo azadiya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan îmza tên berhev kirin.
‘Bê jin jiyan nabe’
Mitîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê jinên k udi tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane li gel sîroda Ey Raqîp despêkir. Li ser navê Komîteya Amadekar Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrot cejna jinan pîroz kir. Zubeyde sipasiya hemû jinên ku tekoşîn kirine û ev roj afirandine kir û got: “8’ê Adarê heta gihaye roja îro gelek bedel hatiye dayîn. Jinên kurd û tevayî jinên cîhanê îro li qadanin. Em hatine astek wiha ku bi hezaran jin bi hev re li qadan 8’ê Adarê pîroz dikin.” Zubeyde panqarta ku wêneyê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan li ser cih girtî nîşan da û got: “Yê ku ev rêya tekoşînê ji bo me vekirî Serokê meye.”
‘Jinên ku li nasnameya jina azad xwedî derdikevin’
Parlementera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan jî got: “Ez jinên ku bi biryara azadiyê qadên 8’ê Adarê dagirtine silav dikim.” Nursel diyar kir ku ev tekoşîn di heman demê de tekoşîna azadiya jinên kurde. Nursel da zanîn ku jinên kurd di Rojhilatanavîn de îmza avêtine binê şoreşa jinan û got: “Baweriya jinan azad tê wateya bi azadî û bi vîna xwe kar kirin û xwedî li nasnameya xwe derketine. Tê wateya ez kurdim û jinek kurdim. Jina azad tê wateya li nirxên erdnîgariya xwe xwedî derketine. Tê wateya ji şer re na haştî hema niha.” Piştî Nursel Koroya jinan ya Navenda Çandê ya Dîcle Firadê derketin dikê. Paşê jî peyama Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ya ku bi boneya 8’ê Adarê şandî hat xwendin. Di dema xwendina peyamê de bi hezaran jin bi yek dengî durşma “Bijî Serok Apo” di qêriyan. Namzetên hevşaredarên Amedê hemû derketin dikê û jin sila kirin. Paşê Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak mafê gotinê girt. Gultan bi kurdî dest bi axaftina xwe kir û got: “Îro 8’ê Adarêye, îro roja jinane, roja we pîroz be. Îro xwişkên me yên ji Başur û Rojava hatina din ava medenin. ” Gultan taybetî jî Dayîkên Aştiyê silav kir û got: “Ew ji bo min rêberin, rênîşanderin. Ew temînata aştî û azadiyêne. Ewan heyînên xwe yên herî bi nirx zarokên xwe di vê riyê de dane û di hema demê de bi xwe jî her dem di vê tekoşînê de di pêş de cih girtrine. Herger îro li vê qadê dengê jinên kurd bilind dibin. Li çar aliyê Kurdistanê şoreşa jinan çêdibe. Di vê de keda hemû jinên ku tekoşîn kirine heye.”
‘Emê hesabê qirkirinê bipirsin’
Gultan anî ziman ku hişmendiya deshilatiya mêran qirkirina Parîsê pêkanîn û got: “Hişmendiya deshilatiya mêran ji jinan ditirsin. Li 4 aliyên Kurdistanê şoreşa jinan tê jiyan kirin. Em şoreşa jinên Rojava silav dikin. Qesembe emê pistiwa qatîlên qirkirina Parîsê bernedin û hesab bipirsin. Emê li ser bîranîna Sakîneyan şoreşa jinan ava bikin. Emê şoreşa jinan pêşkêşî Sakîne bikin. Yên ku ev qirkirin pêkanîne ji jinên kurd ditirsin. Îro ew nîşandan ku hunê gav paşde ne avêjin. Ji xwe me dîwarê tirsê hilweşadiye û em ketine vê riyê. Heger em tirsabane emê li ser tezgahên îskencê vegeriyana. Em ji malên xwe dernediketin. Heger em bitirsabane emê di serhildanan de ne li kêleka Bêrîvana bana.”
Mitîng bi mizukê berdewam dike.

