Li Cizîrîrê panela ‘Di siyaset û jiyanê de jin’ hat lidarxistin

10:25

JINHA


ŞIRNEX – Platforma Jinên KESK’ê ya Cizîrê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê panela bi navê “Di siyaset û jiyanê de jin” hat li derxistin. Di panelê de Parlementera BDP’ê ya Şirnexê Selma İrmak axivî û got: “Hemû jinên cîhanê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de derketin qadan û bûn yek deng. Ji ber jinên cîhanê vê baş dizanin ku yekane rêya azadiyê tekoşîn kirine.”


Platforma Jinên KESK’ê ya Cizîrê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê panela bi navê “Di siyaset û jiyanê de jin” hat li derxistin. Panela ku li mala mamostayan hat li darxistin. Parlementera BDP’ê ya Şirnexê Selma İrmak weke axaftvan tevlî panelê bû. Di panelê de Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Cizîrê Leyla İmret, Platforma Jinên KESK’ê ya Cizîrê û Meclisa Jinên BDP’ê jî di navde gelek welatî tevlî panelê bûn. Di panelê de panqartên weke “Bi jina azad ber bi civaka azad ve bijî tekoşîna jinan”, “Mêr lê dixe dewlet diparêze”, “Ji şideta li ser jinan re bese” û “Bijî 8’ê Adarê” hatin hildan. Panelê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyana jinên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji destdane hat despêkirin. Di panelê de Parlementera BDP’ê ya Şirnexê Selma İrmak axivî û balkişand tekoşîna jinan ya heta roja îro û got: “Bi tekoşîna jinan ya ji bo azadiyê em hatine roja îro. Heger ku ez weke jinek dikarim bibim vîna gel bê goman ev encama ked û berxwedana jinên leheng yên ku di riya tekoşîna jinan de bedel daneye.”


Selma diyar kir ku pergala deshilatdar herî zêde ji jinan ditirsin ji ber wê jî bi taybetî di van salên dawî de herî zêde mêtîngeriya li ser jinan pêş ketiye û got: “Jinan her dem li hember pergala deshilatdar li ber xwe daye û pergala rantê bi erdê re kirine yek. Heger ku di civakekê de jin nehatibe mêtînger kirin mêtînger kirina wê civakê hêj zêdetir zor dibe. Li çar aliyên cîhanê jin 8’ê Adarê bûn yek û bi hev re daketin qadan. Ji ber hemû jinên cîhanê vê baş dizanin ku yekane rêya azadiyê tekoşîn kirine. Azadiya civakê tenê bi azadiya jinê gengaze. Azadiya jinan jî di hamandemê de azadiya civakê ye herwiha du heyînên ku hevdu temam dikinin.”


Panel bi nîqaşên li ser maf û tekoşîna jinan berdewam kir.