Li Stenbol û Kocaeliyê bi boneya 8’ê Adarê meş hatin li darxistin

12:03

JINHA

STENBOL- Li Stenbolê jin bi boneya 8’ê Adarê maşek bi meşaleyî li darxistin. Li Kocaeliyê jî jin bi şalên mor meşiyan, di meşê de jinan peyama “Beden, ked û nasnameya me ya meye” dan.


Di bin pêşengiya Meclisa Jinên Ciwan yên BDP û HDP’ê yên Stenbolê de bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li taxa Kanarya ya Kuçukçekmece ya Stenbolê meşek bi meşaleyî hat li darxistin. Di meşê de Namzeta Hevşaredara Kuçukçekmeceyê Hatîce Altinişik jî cîh girt. Di meşê de pankartên weke “Jin netewa demokratîk ava dikin” hatin vekirin. Jinên Ciwan yên BDP û HDP’ê di meşê de durşmên weke “Jin jiyan azadî”, “Hezar silav ji Serokatiya ku jin afirandî re” û “Bê Serok jiyan nabe” di qêriyan. Meşa jinên ciwan din ava taxê de  berdewam kir ûy dawiyê de jî ber bi buroya HDP’ê ya taxê ve ketin rê û hata buroyê meşiyan.


  
Li wê endama komusyona Jinên BDP’ê Eylem Akinci axivî. Eylem diyar kir ku civaka jin têde ne azad be ew civak ji mêtîngeri ya serdestan re vekiriye û got: “Ji ber vê jî azadiya jinan tê wateya azadiya hemû civakê. Jin li hemberî bê ehlaqiya deshilata mêran ya ku dixwazin di civakê de rengên jinan nehêlin li her derê têdikoşin û li keda xwe xwedî derdikevin. Heta ku newekheviya zayendî ya ku ji berjewendiyên deshilatan re dixebitin neyê guherîn avakirina civaka wekhev ne gengaze.”


KOCAELİ


Platforma Jinên Kocaeli yê bi armanca 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji ber Banqa Navenda İzmîtê heta ber Navenda Çandê ya Alternaltîf meşek li darxistin. Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Bajarê Mezin Nilay Etiler, Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Derincê Dîdem Çelik jî din av de gelek jin tevlî meşê bûn. Di meşê de panqartên weke “Beden, ked û nasnama me ya meye” û bi 7 zimanan”Bijî 8’ê Adarê” hatin vekirin. Jinan bi rengên xwe yên cuda cuda reng dan meşê. Jinan di meşê de balonên mor girtibûn destê xwe û kincên ku semboliya îstismara zarokan didin diyar kirin li xwe kiribûn. Di dawiya meşa jinên ku şalên mor hilgirtibûn de li ser navê Platforma Jinan Sekretera Jinan ya Egitim Sen ê Aysun Turkdonmez daxwiyanî da. Aysun balkişand li ser sitiranên azadiyê yên kul i her çar aliyên cîhanê tên lêxistin û got: “Me îro ji bo aştî û azadiyê meydan dagirtine. Yên ku ji nedîtîve l ime dinêrin. Em jin li hemberî wan dibêjin beden, ked û nasnameya me ya meye. Em li hemberî nelirêtiyê li qadanin.” Piştî axaftinan jinan bi şano û mizukê berdewam kirin.