Tu carî dev jî têkoşîna jiyanê berneda…

13:09

Mizgîn TABU / JINHA


AMED – F.T. di zarokatiya xwe de hat zewicandin. Piştî zewicî bi jiyaneke dijwar re rû bi rû ma. Lê ligel pirsgirêka dev jî têkoşîna jiyanê berneda û ji bo zarokên xwedî bike gustîla xwe firot û dest bi karê xwe kir.


Şîdeta li hemberî jinê her ku diçe zêdetir dibe. Her roj jinek bi sedemên cuda tên qetilkirin. Li Tirkiyê û herêmê jin bi dirûşma ‘Ji Şîdeta li hemberî jinê re na!’ daketin qadan û 25’ê Mijdarê pêşwazî kirin. Her jinek çîrokek xwe heye. Çiroka  F.T jî wekî bi hezaran çîrokên din e.  F.T… F.T hêj biçûk bû hat zewicandin, rastî şîdeta hevserê xwe hat, Hewserê wê mal terikandlê F.Tbi piştgiriya dezgehên jinan dev jî jiyanê berneda û ji bo xwe û zarokên xwe dest bi jiyaneke nû kir.


 -         Hûn dikarin xwe bidin nasîn?


 Ez 36 salî me. Hêj 15 salî bûm hatim zewicandin. Di 16 saliya xwe de zarokek û di 17 saliya xwe de jî min zaroka xwe ya duyem anî dinê. Dema zaroka min a 2’yemîn çêbû hevserê min mal terk kir. Em bi tenê serê xwe li Amedê man. Heverê min piştî 7 meh şûn de li Stenbolê carek din zewicî.


 -         Piştî ku hevserê wê mal terk kir ji bo vê jiyanek çawa destpê kir, gelo alîkariya malbetê hebû?


 Piştî ku hevserê min zewicî êdî ji bo min jiyanek din dest pê kir. Êdî ez bi tenê serê xwe ma bûm. Karekî ku ez bikim tune bû. Piştî demek min gustîlka xwe firot min amûrê karê desta kiri û dest bi kardestiyê kir (el işi). Du salan bi vî rengî min debara mala xwe kir. Piştî du salan ez li Mala Perwerdê yê Şaredariyê xebitim. Êdî ez gihiştim aboriyeke serbixwe.


 ‘Heviya min ji kesekî nîn bû’


 -         Rewşa zarokên wê çawa ye?


Êdî zarokên min mezin bibûn û divê dest bi dibistanê bikin lê ji ber ku nasnameyên van nîn bû nakarin biçin dibistanê. Min serî cihên fermî yên dewletê da û li ser paşnavê xwe min zarokên xwe re nasname derxist û min zarokên xwe jî şand dibistanê.


    -      Wê qet ji hevserê xwe agahî girt gelo?


 10 sal derbas bû û du zarokên hevserê min li Stenbolê çêbibûn. Piştî demek hevsera hevserê min ket girtîgehê û hevserê min zarokên xwe anî cem min. Her tim ez rastî heqereta hevsera hevserê xwe dihatim. Lê tişta ku ji bo girîn ev jî her çend hevsera hevserê min jî jinek bû û mexdûreke wekî min bû, lê di ferqa mexdûriyeta xwe de ne bû.  Min zarokên wê jî mezin kir.


‘Li hemberî xebata min astengî derdixist’


-         Piştî hevserê wê hat di jiyana vê de guhertinek çêbû? 


Xwezûrê min xaniyek da hevserê min lê, hevserê min ev xanî firot û em dîsa mexdûr bûn. Vê demê Mala Perwerdê hatibû girtin û rewşa aboriya min ne baş bû. Min des bi karê din kir. Min li taxan ji bo zarokên xwe zebze firot. Lê hevserê min li dijî vê yekî derket. Piştî vê demê li hemberî min êrîşeke dijwar da dest pê kir. 


‘Her tim rastî heqeretan hatim’ 


-         Têkiliya di navbera bav û zarokan çawa bû? 


Keça min rexmî hemû tiştan pir ji bavê xwe hes dikir. Rojekê keça min hat ba min û got ‘Dayikê paçîkirina bavê min pir cûda ye.’ Min jî jê re got ‘ te xelet fêmkiriye, bavê te tiştek wisan nak e.’ Keça min tiştên ku jiyan dikir nevedişart. Tacîza bavê wê ya li gel keça wê ne careke ne ducaran e. Hevserê min bi vî awayî taciz li hemberî keça xwe berdewam dikir. Ezê çawa ji hevserê xwe bi pirsim ku ‘Tu keça xwe tacîz dikî’? Ji ber ku hevserê min pir xirab bû û min nedikarî tiştekê jê re bibêjim. Ez bi tu awayî derdên xwe ji kesê re venabêjim. Ez dixwazim ji hevserê xwe veqetim. Dema ku ez jê qut bibim nikarim îspat bikim vê yekê. Dema ku min ji hevserê xwe re got ezê ji te veqetim ‘ew jî ji min re got ezê bêbextiyê li te bikim.’ Êdî hevserê min, bi têgehên ‘namûsê’ ez tehdît kirim. 


Dê têkoşîna xwe bidomîne


-         Vê qet alîkariya hikûqî xwest?


 Hevserê min, her roja ku diçû şîdeta li hemberî min zêde dikir û em hertim diçûn qerqolê. Piştî ku îfadeyên hevserê min, dihatin girtin serbest dihat berdan. Hertim girte dihatin girtin lê belê di derbarê wî, de tu tişt ne dihat kirin. Wî, li ser malê de digirt û kurê xwe bikêrê birîndar dikir. Êdî bi keyfa dadgehê maye ku dê kengê bangî hevserê min, bikin… Ez ji cihê kar bi zoriya çekê dibirim. Taciza li hemberî keça min berdewam dikir. Min keça xwe ji malê derixist. Keça min demekê li gel xwişkên min ma… Hevserê min ji min re digot ‘ keça te fahîşeye.’ Ger ku keça min ne gotiba ez rastî taciza bavê xwe têm dê rastî tecawizê jî bi hata.


-         Pêya me vê ya dawiyê çi ye?


 Ez bang li jinan dikim ku li hemberî şîdeta ku dibînin têkoşînê bidin. Ne tirsin û bêdeng nemînin…


(gk/la)