Li Amed û Semsurê 8’ê Adarê

13:04

JINHA


AMED/SEMSUR – Li Semsurê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li gundê Bersumig ê yê girêdayî Navçeya Kolîk ê  mezarê endama HPG’ê Medîne hat ziyaret kirin. Li Navçeya Çinarê ya Amedê jî namzetên hevşaredarên navçeyê bi armanca 8’ê Adarê bi xebatkarên jinên şaredariyê û dayîkên ku zarokên wan din ava refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest dane re hatin gel hev.


Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de mezarê Endama HPG’ê Medîne İşikli hat ziyaret kirin. Medîne di sala 2007’an de li çiyayê Gabarê yê Şirnexê di encama şerekê de jiyana xwe ji dest daye û mezarê wê li gundê Bersumigê yê girêdayî navçeya Kolîk ê ya Semsurêye. Di ziyaretkirina mezar de dayîka Medîne Zahide İşikli, Namzeta Hevşaredara Kolîkê Zehra Yanardag û Meclisa Jinên BDP’ê ya Navçeya Kolîk ê jî dinav de gelek jin amadebûn. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyana kesên k udi tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayî li ser mezarê Medîne dua hat xwendin. Paşê jî dayîka Madîne Zehîde axivî û got: “Cigera me şewitiye bila kes vê nebîne. Bila êdî yek avekê bi vî agirî de bike.” Namzeta Hevşaredara Kolîkê Zehra Yanardag jî got: “Em dibêjin ku  bi hebûna şervanên kurd yên li serê çiyayên Kurdistanê em hene.” Zehra destnîşan kir ku heta ew azadiya jinan bidestnexin dê tekoşîna xwe bilind bikin. Piştî axaftinan jinan qurnefîl li ser mezarê Medîne danîn. Piştî bîranîna li ser mezar endamên Meclisa Jinên BDP’ê ya Kolîk ê li nava gundê Bersumig ê geriyan li jinan qurnefîl belavkirin û 8’ê Adarê li wan pîroz kirin.  


ÇINAR


Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Navçeya Çinarê Rukiye Eryilmaz û Ahmed Cengiz bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li gel endamên jin yên Meclisa Şaredariyê, xebatkarên jin yên şaredariyê û dayîkên ku zarokên wan di demên cuda de din ava refên PKK’ê de jiyana xwe ji destdane hatin bahev. Namzet bi jinan re li Parqa Goletli di xwarinê de hatin bahev. Rukiye Eryılmaz û Ahmed Cengiz li jinan qurnefîl belav kirin. Di xwarinê de Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Navçeya Çinarê Rukiye Eryilmaz axivî. Rukiye diyar kir ku tekoşîna jinan ya li qadan di rojekê de çênebûye, ev tekoşîn ji Sakîneyan, Ronahiyan û Bêrîtanan dewir hatiye girtin û got: “Di pêşiya mede hilbijartin heye û emê bi pergala hevserokatiyê bikevin hilbijartinan. Pergala hevserokatiyê di encama keda jinan ya rojane de derketiye holê.”