Lİ Wêranşarê mitînga 8’ê Adarê bi tevlîbûna hezaran jinan despêkir

13:45

JINHA


RIHA – Mitînga 8’ê Adarê ya li Navçeya Wêranşarê bi tevlîbûna hezaran jinan bi coş û kelecana wan despêkir. Bi tevlîbûna gelek jinên ji welatên cuda yên Rojhilatanavîn bi hezaran jin li himberî pergala deshilatiya mêran li qada mitîngê yaWêranşarê bi hev re “Jin jiyan azadî” diqêrin.


Bernameya 8’ê Adarê ya ku dibin pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê de 1’ê Adarê li Dêrsimê despêkiribû îro bi mitîngekê li Navçeya Wêranşarê ya Rihayê berdewam dike. Mitînga ku li qada Newerozê ya Wêranşarê hat despêkirin bi hezaran jin bi kincên xwe yên rengîn qada mitîngê xemilandin û bi hev re durişma “Jin jiyan azadî” diqêrin. Qada mitîngê bi rengên kesk, sor, zer û mor hatiye xemilandin. Di qadê de jin li ber dengê mizukê govendê digerînin. Jinên ku bi kincên xwe yên rengîn giyan dan qada mitîngê di destên wan de jî wêneyên Serokê PKK’ê Abdulha Ocalan û alayên DOKH’ê hene. Herwiha di destên jinan de wêneyên 3 jinên siyasetvanên kurd yên ku li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li gel dovîzên bi sernivîsên weke “Jin jiyan azadî”, “Muzakere hema niha” û “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” bi zimanên kurdî, tirkî, erebî û suryanî hate nivîsin hene.


Li pêşiya dikê panqartek mezin ya ku wêneyên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û jinên şoreşger têde cih digirin hatiye vekirin. Her wiha li kêlekên dikê jî panqartên ku wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sultan Yavuz, Fîdan Kaya û Hanim Kaya cih digirin hatine hildan. Di mitîngê de Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak, Parlemantera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Parlementera BDP’ê ya Şirnexê Selma İrmak, namzetên hevşaredarên navend û navçeyan yên BDP’ê, jinên ku ji Kantonên Cizîr û Kobanê hatine li gel jinên ku ji nava partiyên siyasi yên weke YNK, PÇDK, Tevgera Goran ji Herêma Federala Kurdistanê û yên ku  ji Filistîn û Tunusê hatine jî dinav de bi hezaran jin reng dan qada mitîngê.


Mitîngê bi deqeyek rêzgirtina li ser giyanê kesên ku di tekoşîna zadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat despêkirin û niha jî bi axaftinan berdewam dike//