Yekem agirê Newroza îsal li Amedê hat vêxistin

15:07

JINHA


AMED – Sitarta Newroza Amedê ya ku dê bi tevlîbûna milyanan mirovan di 21’ê Adarê de li Meydan Amedê bê pîroz kirin li Baxçeyê Hevselê hat dayîn. Baxçeyê Hevselê yê ku ev 9 rojin ciwan li wê nobetê digirin yekem agirê Newrozê hat vêxtin.


Çalakiya Baxçeyê Hevselê di roja 9’emîn de berdewam dike. Li Amedê yekem agirê Newerozê yê îsal li Baxçeyê Hevselê hat pêxistin. Komîteya Amadekar ya Newrozê hatin gel ciwanên li Baxçeyê Hevselê û li wê daxwiyanî dan. Hevseroka navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut balkişand li ser kevneşopiya berxwedana Newrozê ya hezarî salan û got: “Newroz navê berxwedana li hemberî zordarane. Newroz navê rêya tekoşîna azadiyêye. Newroz navê meydanan tekoşînya ji bo jiyana biromet ya gelane.” Zubeyde diyar kir k udi pîrozbahiyên Newroza salên 1980’an û 1990’an de bi sedan mirov hatin qetilkirin û bi hezaran mirovan girtîgeh kirin qada berxwedanê û got: “Dema ku dewlet bi faşîzane êrîş dike gelê kurd hêj zêdetir bi coş diherikin qadên Newerozê. Kurdan her der kirine qadên Newrozê.”


‘Newroz bi şaîra Serokê azad û Kurdistana azad’


Zubeyde balkişand li ser banga Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ya di Newroza Amedê ya sala 2013’an de hatî kirin û heta niha bi bandorek mezin pêvajoyê bi rêvedibe û got: “Li şona ku hikumet vê bangê binirxîne berevajiyê wê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî xebitandin. Em amadekariyên Newroza 2014’an bi şîara ‘Serokatiya azad û Kurdistana azad’ dikin. Ji ber wê jî Newroza 2014’an xwediyê rolek dîrokiye. Bi banga Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ya di Newroza Amedê ya sala 2013’an de çek bêdeng bûn. Me bernameya xwe ya Newroza dîrokî li Baxçeyê Hevselê diyar kir.”


Piştî axaftinan agir hat vêxistin û li dora agir govend hat gerandin