Basketvana şaredariya Baglarê Zîlan tevli kampa li Stenbolê dibe
13:53
JINHA
AMED – Zîlan Gulsum basketvanê şaredariya Baglarê ye dê tevli kampa li Stenbolê bibe. Zîlan, destnîşan kir ku dê bi her awayî temsiliyeteke baş derxe holê.
Zîlan Gulsum basketvanê şaredariya Baglarê ye û ji hêla Federasyona Basketbolê yaTirkiyeyê ve hate hilbijartin û dê ji bo hefteyek tevli kampê bibe. Tevlibûna Zîlanê ji bo herême û şaredariya Baglarê girîng e. Hevserokê Kuluba Sporê ya şaredariya Baglarê Sabahattîn Kizilkan, da zanîn ku ji serkeftina Zîlanê gelek bi kêyfxweşin.
Antrenorê Taxima Basketbolê ya Jinan a şaredariya Baglarê Remzî Atli der barê mijarê de destnîşan kir dixwazin piştgiriyê bidin jinên qabiliyeta van heye. Remzî, daxuyand ku Zîlan di hilbijartinan de bû 5’emîn û dê biçe Stenbolê. Piştre dê 2013’an de tevli şampiyoniya Ewropayê bibe.
Zîlan Gulsum, da zanîn ku 4 carên din jî tevli kampên netewî bûye. Zîlan, destnîşan kir ku dê hewl bide ku temsîliyeteke baş derxe holê. Zîlan, ji bo alîkarî û piştgiriya şaredar Yuksel Baran û mamosteyên xwe spasiyên xwe pêşkeş kir.
(gk/la )

