Li Lîcê welatiyên ku xwestin çêkirina qereqolan protesto bikin rastî mudaxeleyê hatin

16:12

JINHA


AMED – Li Navçeya Lîcê ya Amedê welatiyên ku xwestin avakirina qereqolan protesto bikin rastî mudaxeleya polîsan hatin. Di mudaxeleyê de 4 welatî birîndarbûn.


Li Navçeya Lîcê ya Amedê dema ku welatiyan xwestin çêkirina qereqolan protesto bikin û ber bi qereqola ku avakirina wê qediyaye ve meşiyan rastî mudaxeleya polîsan hatin. Bi hezaran welatî bi boneya protestokirina çêkirina qereqolan ber bi qereqola ku avakirina wê qediyaye ve meşiyan. Dema ku welatî nêzî 200 metreyan nêzî qereqolê bûn rastî mudaxeleya leşker û polîsan hatin. Polîsan di mudaxeleyê de bombeyên gazê û fîşegên plastîk bi kar anîn. Welatiyan jî bi beran bersiv dan wan. Di encamê de şer derket û 4 welatî birîndar bûn.


Hîna şer berdewam dike.