Li Edeneyê buroya hilbijartinan ya Jinên HDP’ê hat vekirin

16:44

JINHA


EDENE – Li Edeneyê jinên HDP’ê lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê. Li taxa Gulbahçeyê bi tevlîbûna gelek jinan buroya Jinên HDP’ê hat vekirin.


Weke her derê li Edeneyê jî HDP’ê lez dan xebatên xwe yên hilbijartinan. Li Edeneyê buroya hilbijartinan ya Jinên HDP’ê bi tevlîbûna gelek jinan hat vekirin. Jinan bi derfet û vîna xwe buroya xwe vekirin. Berdefka buroya hilbijartinan ya Jinên HDP’ê ya ku nû li taxa Gulbahçe yê ya Navçeya Seyhanê ya Edenyê hat vekirin Hamdiye İşik axivî. Hamdiye diyar kir ku jinan di her qadê de serkeftin bidest xistine, divê bi vê serkeftina xwe di her qadê de bibin xwedî bandor.


‘Emê bi hêza xwe xebatên xwe berdewam bikin’


Hamdiye bal kişand li ser paşde xistina jinan û got: “Emê bi ked û hêza xwe xebatên xwe berdewam bikin. Dê buroya hilbijartinan bibe navenda jinan ya hevbeş. Di van navendan de dê jin bên bahev û li ser hilbijartinan nîqaş bikin û di aliyê rêxistinkirinê de xwe bi hêz bikin. Buroya hilbijartinan ji bo bihêzbûna hêza ramani ya jinan hatiye avakirin. Herwiha ji bo jin xwe li ser lingan bigirin hatiye vekirin. Em îro li vêderê bi boneya xebatên hilbijartinan kombûne û di heman demê de em li vê derê alîkariyê didin hev. Em azadiya xwe dixwazin. Heta jin azad neber civak jî azad nabe. Em ji bo gelê xwe dixebitin û emê vê xebata xwe berdewam bikin. Heta Serok Apo û jin azad nebin em jin emê her roj li qadan bin.


Piştî axaftinan buroya Jinên HDP’ê ya taxa Gulbahçe yê hat vekirin.