Jinan ji Rojava û Filistînê silav ji jinên kurd re anîn
17:25
JINHA
RİHA – Mitînga Wêranşarê ya ku bi beşdarbûna bi hezaran jinan li gel renginiya cil û bergên wan berdewam dike. Di mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de Jinên Rojhilatanavîn tekoşîna jinên kurd silavkirin. Endama Komîteya Hevgirtina Netewi ya Filistînê Ruba Odeha diyar kir ku jinên kurd û filistînî ji bo azadiya xwe berxwedanê dikin û têdikoşin.
Mitînga Wêranşarê ya ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi tevlîbûna hezaran jinan berewam dike. Hunermenda NÇM’ê Şîlan Dora derketiye dikê û ji qada mitîngê jî dengên durişmên weke “Jin jiyan azadî” bilind dibe. Jin bi coşeke mezin dilîlinin û li ber dengê mizukê govendê digirin. Piştî Şîlan ji Kantona Cizîrê Elîzabeth Kouriyes ya suryanî axivî. Elîzabeth 8’ê Adarê pîroz kir û dsetnîşan kir ku wê ji Rojava silav aniye. Elîzabeth derbirî ku di şoreşa Rojava de jin pêşengiyê dikin. Elîzabeth balkişand li ser zoriyên ku gelê Rojava dijîn û xwest ku gelê kurd piştevaniya gelê Rojava bikin. Elîzabeth diyar kir ku ew dê bi jina azad bigihin serkeftinê û niha jin nêzî serkeftinêne.
Ruba: Heta ku jin digihin mafên xwe dê tekoşîn berdewambe
Perwîn Yusuf jî di despêka axaftina xwe de silav ji bo Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan şand û silavên YPG û YPJ’ê jî gihand jinan. Endama Komîteya Hevgirtina Netewi ya Filistînê Ruba Odeha jî jinên ku tekoşîn kirine û di tekoşînê de bûne xedî tac silavkir. Ruba da zanîn ku jinên kurd û filistînî ji bo azadiya xwe berxwedanê dikin û têdikoşin. Ruba destnîşan kir ku Heta jin digihin mafên xwe dê tekoşîna xwe berdewam bikin. Ruba kesên k udi tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û girtiyên siyasi yên ku di girtîgihan de li ber xwe didin jî bi bîranî.
Di dawiyê de Hunermend Bêrîvan Arîn derket dikê sitrî û jinan jî li ber dengê siritanên wê govend gerandin bi vî awayî mitîng bi dawî bû.

