DOKH’ê li Tuzla yê 8’ê Adarê pîroz kir

10:15

EDENE – Têkela DOKH’ê ya Mêrsînê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo karkerên demsalê pîrozbahî çêkirin. Piranikya wan karkerên demsalê yên ku di salên 1990’an de ji ber şerên li herêmê koçkirine çone li cihên weke Mêrsîn û Edeneyê bicîh bûne.


Têkela Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê ya Edeneyê li bajaroka Tuzluyê ya Edeneyê bi armanca 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîrozbahî çêkirin. Di çalakiyê de Namzeta Hevşaredara Karataşê Fatma Çelikten, xebatkarên Navenda Jinan ya İştarê, xebatkarên Meclisa Jinên BDP’ê jî di nav de bi hezaran jin amade bûn. Jinan bi kincên xwe yên netewî reng dan çalakiyê. Di çalakiyê de dovîzên wekek “Bi înad emê qazanc bikin” û “Bijî 8’ê Adarê” hatin hildan. Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê kesên k udi tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat despêkirin. Di çalakiyê de dem dem jinan durişmên weke “Jin jiyan azadî” bilind dikirin. Di çalakiyê de despêkê Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Karataşê Fatma Çelikten axaftinek kin kir. Fatma girêdayî dîroka 8’ê Adarê nêrînên xwe anîn ziman. Paşê jî Berdefka Meclisa Jinên BDP’ê Taybet adiyamanli axivî.


‘Cihê gelê kurd Kurdistane’  


Taybet diyar kir ku jinên kurd jiyanek bi vî awayî zor mafnekiriye. Taybet da zanîn ku cihê gelê kurd ne Tuzla ye Kurdistane. Di salên 1990’an de gundên wan ji aliyê dewletê ve hatine şewitandin û wêran kirin. Taybet destnîşan kir ku gundî bi darêzorê ji gundên wan derxistine, gundî jî neçarmane ku li Tuzla yê bicihbûne. Taybet derbirî ku gel di van şertên zorde jî çand û zimanê xwe parastine û got: “Dewletê hun anîne vî halî. Hun hatine vê derê ji welatê xwe dur û ji bo debara xwe di zeviyan de dixebitin. Emê bi hev re bixebitin û bi hev re carekedinê vegerin Kurdistanê.”


Piştî axaftinan dengbêj derketin dikê. Paşê jî jinan li ber dengê erbaneyê govend gerandin. Çalakî heta derengiya şevê berdewam kir.