BDP'e xebatên xwe yên ziyaret kirina gundan berdewam dikin

11:29

JINHA


AMED – BDP ya ku bi şîara “Bi Rêveberiya xweser ber bi Nasnameya azad ve” lez dide xebatên xwe yên hilbijartinan, niha jî xebatên xwe li gundan berdewam dike. Rêxistina BDP’ê ya Navçeya Surê di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinan de gundê Zorova ziyaret kirin.


BDP ya ku bi şîara “Bi Rêveberiya xweser ber bi Nasnameya azad ve” lez dide xebatên xwe yên hilbijartinan, niha jî xebatên xwe li gundan berdewam dike. Rêxistina BDP’ê ya Navçeya Surê ya Amedê niha jî di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de gundê zorova ziyaret kirin. Di nava BDP yiyên ku li navenda rêxistina BDP’ê ya navçeya Surê kombûn de Namzetê Hevşaredarê BDP’ê yê Surê Seyîd Narîn, Nivîskar û Akademîsyen Mîthat Sancar li gelek damên rêxsitina BDP’a Surê jî di nav de gelek kes amade bûn. Heyeta ku bi konvoyekê ber bi gund ve ketin rê ji aliyê gundiyan ve bi coş û kelecanek mezin hatin pêşewazî kirin. Dema ku heyet gihişte gund bi durişmên weke “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin pêşwazî kirin. Paşê jî Namzetê Hevşaredarê Surê Seyîd Narîn axaftinek kir. Seyîd diyar kir ku baweriya wan bi Serokwezîr û cemaetê nemaye û ew dê bi hêza xwe ya cewherî û lig ora rêgezên Şaredariya Bajarê Mezin bixebitin û got: “Em li vêderê sozê didin gelê xwe emê weke Enqerê nekin. Emê li her derê  projeyên xwe yên taybet avabikin. Li navenda Bajarê Amedê çî xizmet tê kirin. Emê piştî 30’ê Adarê li vê derê jî ji bo we hema xizmetê bikin. Sekreterê GAB’ê li niha di nava medeye. Emê li gel Şaredariya Bajarê Mezin bên li vê derê projeyan ava bikin. Li Amedê zarokên me çawa dijîn û dilîzin, emê ji bo zarokên li vê derê jî heman derfetan ji bo zarokên li vêderê ava bikin.”  


Seyîd anî ziman ku ew dê li gor şert û mercên di herêmê de heyî li vê derê jî ava bikin û got: “Ji niha û pêde dê welatiyên me neçin li Deriya Reş ne xebitin. Ji xew çavkaniyên me pirin emê çavkaniyên xwe bixebitînin.”


Mîthat Sancar jî got: “Çemê Dîcle ji bo min hem weke çemê heviyê û hem jî çemê jiyanê tê dîtin. Meha Adarê meha tekoşîn û azadiyêye. Hilbijiartin bi tesadufeke di meha adarê de çêdibe. Meha Adarê çiqas giringe hilbijartin jî ewqas giringin. Newroz jî ewqas giringin. Heger riya azadî û çareseriyê di azadiya kurd û Kurdistanê re derbas dibe, ev hilbijartin jî xaleke giringe. Pêdivî pênîne ku hun baweriya xwe bibin kesê ji xwe hêza we têr dike. Bi xwedîderketina we ya li siyasetê dê bê avakirin.”


Çalakî bi girtina govendê bi dawî bû.