Li Enqerê Hebûn an Nebûn…

14:50

JINHA


ENQERE- Lîstika bi navê Hamlet ya Şanoya Bajar ya Şaredariya Mezin ya Amedê ku derhêneriya wê Derhênerê Hunerê yê giştî yên Şanoya Rast ya Hollandayê Celîl Toksoz dike li Enqereyê di çarçoveya 17’emîn Mîhrîracana Şanoya Enqereyê ya Navnetewî de hate lîstin. Parlamenterên jin ên BDP’ê Kişanak, Tunsel, Buldan û Tugluk, da zanîn ku lîstîkeke serkeftî bû.


Lîstika bi navê Hamlet ya Şanoya Bajar ya Şaredariya Mezin ya Amedê ku derhêneriya wê Derhênerê Hunerê yê giştî yên Şanoya Rast ya Hollandayê Celîl Toksoz dike li Enqereyê di çarçoveya 17’emîn Mîhrîracana Şanoya Enqereyê ya Navnetewî de hate lîstin. Parlamenterên jin ên BDP’ê der bare lîstîka Hamletê de nêrînên xwe anîn ziman. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, bal kişand ser serkeftina lîstîka bi kurdî hatî çêkirin, hevsereroka KCD’ê Aysel Tugluk, got ku ji bo ev serkeftin bi saya bedelên bi salan pêk hatiye,  parlamentera BDP’a Stenbolê Sebahat Tuncel, da zanîn ku lîstîk gelek pêyamên girîng dide û parlamentera Îdirê Pervîn Buldan jî  destnîşan kir ku  bi vê lîstîkê kurd bi zimanê xwe lorandin.


‘Performansa lîstîkvanan girîng bû’


Parlamenter Sebahat Tuncel, destnîşan kir ku performansê lîstîkvanan gelek baş bû û lîstîk gelek pêyamên siyasî dide û wiha got: “Berhema ku wergera vî kurdî hatiye kirin girîng e. Ev tişt dewlemendiya zimanê kurdî nîşan didi. Divê êdî polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û îmhayê bi dawî bibe.”


‘Gelek bedelên giran hat dayîn’


Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk di axaftina xwe de bal kişand ser hestê xwe û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Me lîstîkeke bi kurdî têmaşe kir. Lê ji bo vê temaşekirinê kurd gelek bedelên giran dan. Ez cara dipirsim gelo ev qas bedel hewce bû. Lê her tişt bi têkoşînê pêk tê. Serdestan vî mafî nedan me bi têkoşîna bi salan vî mafê girt. Divê li ser vê erdnegariyê ziman, çand û ol azad bibe.”


‘Divê ziman azad be’


Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, da zanîn ku Hamleta bi kurdî mirovan gelek xweş dike. Kişanak, bal kişand ser serkeftina lîstîkvanan û wiha axivî: “Em bi vî lîstîkî pir bi kêyfxweşin. Kurdî ke ev qas xweşîk bû ku, wekî çîrokên me lê hatibû. Muzîk, loriyên ku dihatin gotin li ser mirovan bi bandor bû. Ev tişt kûrahiya ziman û hem jî hêza hunera kurdî nîşan dide. Îro berhemeke gelek xweşîk hat têmaşekirin û divê rêyek nîşanî siyasetê bide. Dema ku qedexeyên li hemberî çanda kurdî ji holê rabe dê gelek berhemen derkevin holê û ez hêvî dikim ku zimanê kurdî û zimanên din jî azad bibin.”


‘Ev lîstî dê bibe mîna’


Wekîla Grûba BDP’ê Pervîn Buldan, destnîşan kir ku heya niha gelek şanoyên bi zimanê kurdî têmaşe kirine lê li Ênqerê bi vî rengî temaşenekiribûn.  Buldan, daxuyand ku di stran û loriyan de rastiya kurd hebû û wiha pê de çû: “Divê her tim organîsazyonên bi vî rengî bê çêkirin. Hêviya me hemûyan ev e ku li ser vê erdnegariyê şano û sînema azad bê afirandin. Li Tirkiyeyê rastiyek heye welatî bi zimanê xwe yê zikmakî nikarin loriyên xwe bibejin. Ev lîstîk ji Tirkiyeyê re bibe mînak û bi hiqûqe bê parastin.”


(zd/la)